EDENE – Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, di kongreya HDP'ê ya navçeya Yuregîra Edeneyê de bal kişand ser meşa CHP’ê ya Edaletê û xwest eniya hevpar a têkoşînê ava bikin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Yuregira Edeneyê 2'emîn Kongreya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu amade bû. Onlu, anî ziman ku plana çareseriyê ya AKP'ê li ser tunebûna kurdan hatiye amadekirin û wiha got: "Ev plan di 30'ê Cotmeha 2014'an de bi biryara MGK'ê amade kirin. Meşa CHP'ê ya Edaletê her çend dereng mabe jî girîng e. Divê parlamenterên girtî bên berdan. Divê em vê têkşînê bikin têkoşîna li dijî faşizmê .
Onlu, anî ziman ku ji ber hikûmet ji bergala demokratîk tirsiya di 7'ê Hezîranê de li diji gelê kurd şer da destpêkirin û wiha got: "Divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê em piştî kongreya rêxistinên xwe bêtir bi hêz bikin. Divê em li dijî êrîşa ji bo xurtkirina edaletê têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin û bi rêxistin bikin. "
Piştî axaftinan di kongreyê de Eylem Aslan û Mehmet Tekin wekî Hevserokên HDP'ê yên navçeya Yuregîrê hatin hilbijartin.