Nehiştin parlamenterên HDP'ê bi Demîrtaş û Zeydan re hevdîtinê pêk bînin

EDÎRNE - Parlamenterên HDP'ê yên ji bo bi Hevserokê Giştî yê HDP'e Selahattîn Demîrtaş û parlamenter Abdullah Zeydan de hevdîtinê pêk bînin çûn Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê lê bi fermana Wezareta Dadê ve hatin astengkirin. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku tecrîtkirina hevserok û parlamenterên wan wekî girtina wan biryarekî navendî ye.

Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Burcu Çelîk Ozkan û Erol Dora ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenter Abdullah Zeydan re hevdîtinê pêk bînin çûn Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Lê WEzareta DAdê destur neda bi Demîrtaş û Zeydan re hevdîtinê pêk bînin. Beştaş li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşanda û got ku tecrîtkirina parlamenterên HDP'ê îşkence tê kirin.

Parlamenterên HDP'ê yên hatin astengkirin li avahiya HDP'ê ya Edîrneyê daxuyanî dan. Beştaş li vir axivî û got ku wan têkîldarî pêkanînên li dijî DEmîrtaş bi Serdozgeriya Komarê ya Edirneyê re hevdîtin pêk anîne, dîsa bi Midûrê Girtîgehê re hevdîtin pêk anîne lê bi biryara Wezareta Dadê ya kêfî ve nekarîne bi Demîrtaş û Zeydan re hevdîtinê pêk bînin.

Beştan destnîşan kir ku Demîrtaş û Zeydan qasî ku dengê hev bibîhizin nêzî hev in lê destur nayê dayîn li heman qawişê bimînin ji bo vê yekê îtiraz kirine yê bêencam maye.

'ÎSKENCE TÊ KIRIN'

Beştaş wiha got: "Ne tenê Demîrtaş, hevseroka me Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken û yên li Sîlîvrî û Kandirayê dimînin jî di qawişên yek kesî de dimînin. Ev biryara midûriyetên girtîgehan nîne. Wekî girtina hevalên me di 4'ê mijdarê de hatin binçavkirin û girtin biryarekî navendî ye." Beştaş got ku tecrîtkirina parlamenteran îşkence ye.

Beştaş li hemberî sansurkirina nameyên Demîrtaş jî nerazîbûn nîşan da û got ku astengkirina xebatên qanûnçêkirinê sûc e.


'BIRYAR TENÊ LI DIJÎ PARLAMENTERÊN HDP'Ê YE'

Beştaş anî ziman ku ji bo ku bi Demîrtaş re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane lê bersiv negirtine û wiha axivî: "Parlamenterên din kê bixwazin dikarin hevdîtinê pêk bînin. Lê ev biryar tenê ji bo parlamenterên HDP'ê ye. Yên ku ev biryar girtine sibehê dema ku bikevin girtîgenê dê kesekî ku wan ziyaret bike nebînin. Îro li hundirê çavên gel dinêrin û dibêjin îradeya gel. Îradeya gel yek e û em hemû jî bi vî îradeyê ve hatin hilbijartin. Em li hundirê heman sînorê dijîn û endamên heman parlamentoyê ne."