Demirtaş SEGBÎS'e red kir

AMED - 3'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin. Demîrtaş tevlêbûna bi SEGBÎS'ê ret kir. Dadgehê biryar da ku di rûniştinek din de ev daxwaza wî bê nirxandin.

3'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin. Der barê demîrtaş de bi hinceta di 9'ê Îlona 2015'an de têkildî qedexeya derve ya Cizîrê beşdarî bernameya ÎMC TV' bû û bi îdîaya "heqaret li serokomar kirine" heta 2 salan ceza jê hat xwestin. Demirtaş, bi riya SEGBÎS'ê beşdar nebû û ev rêbaz red kir. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca u Sibel Yiğitalp, Heyeta Swêd û gelek nivîskar amade bûn. Parêzerê Demîrtaş Mehmet Emin Aktar parastin kir û xwest dozya dadgeha 7'emîn û dadgeha 27emîn de bibin yek. Parêzerê Demîrtaş Mahsuni Karaman jî diyar kir ku Demirtaş ji bo rû bi rû beşdarî rûniştina dozê bibe daxwazname daye û diyar kiriye ku bi SEGBİS'ê beşdar nabe. Dadgehê biryar da ku di rûniştinek din de dê daxwaza Demîrtaş binirxînin û ji bo nirxandinê doz taloqî meha Kanûnê kir.