AMED- Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, bi awayekî tund bertek nîşanî girtina 16 siyasetmedarên ku li Amedêê hatin girtin da. Ûca, dest nîşan kir ku operasyonên ku niha tên birêvebirin berdewamiya operasyonên KCK'ê ne.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2016'an de da destpêkirin de di 14'ê Hezîranê de li gelek bajaran operasyon hatin lidarxistin û di van operasyonan de 26 endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 16 jê hatin girtin. Parlemenera HDP'ê ya Amedê Feleknas û Ûca û Hevseroka DBP'a Bajêr a Amedê Rûken Akça der barê girtina siyasetmedaran de axivîn.
'EV GIRTIN BERDEWAMIYA OPERASYONÊN KCK'Ê NE'
Ûca, girtin şermezar kirin û dest nîşan kir ku bi girtinan tê xwestin ku rê li ber siyaseta kurd bê girtin. Ûca wiha axivî: "AKP îdia kir ku wan operasyona KCK'ê ya di 2009'an de hat lidarxistin nekiriye. Avêt ser cemaetê. Lê girtinên ku niha tên kirin berdewamiya operasyonên KCK'ê ne. AKP, konsepta wê demê disepîne. Di navbera wan de ferqek heye. Di operasyonên KCK'ê de di carekê de 10 hezar kes hatin girtin. Lê niha girtin bi komî tên kirin. Yanî di nav salekê de dîsa 10 hezar siyasetmedarên kurd hatin girtin. Operasyon bi berfirehî didomin."
Ûca, anî ziman ku AKP bi vî awayî dixwaze rê li ber siyaseta legal bigire û wiha got: "Dixwazin vîna siyaseta gelê kurd bişkînin. Lê dê bi binçavkirin û girtinan nikaribin vîna vî gelê bişkînin. Çi qas bigirin û bin çav bikin jî, dê xebatên me bidomin."
‘NÎŞANEYA TIRSÊ YE'
Ûca, dubare kir ku ev girtin siyasî ne û wiha domand: "Bi van girtinan diyar dibe ku dewlet û AKP ji siyaseta kurd ditirsin. Ji ber ku ditirsin ewqas kesî digirin. Kesên wek Erdogan nefikirin hedef digirin. Çi dibe bila bibe dê gelê kurd di nav çar dîwaran de jî bitêkoşe. Em ji binçavkirin û girtinan natirsin. Li hemberî vê em ê têkoşîna xwe xurtir bikin."
‘EV ÊRÎŞEKE LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE'
Ûca, anî ziman ku aktivîstên TJA'yê Ayşe Gokkan û Sara Aktaş ên hatin girtin pêşengên têkoşîna jinê ne û di şexsê wan de bi vê êrîşê êrîşî vîna jinê hatiye kirin. Ûca, cejna kesên hatin girtin pîroz kir û wiha got: "Heta ku hemû hevalên me neyên berdan em ê bixebitin."
Rûken Akça jî, dest nîşan kir ku ev zêdeyî 2 salan e ku nêvengeke aloziyê heye û di vê çarçoveyê de her cure êrîş tên kirin. Akça, anî ziman ku operasyonên qirkirina siyasî jî perçeyekî aloziyê ne û wiha axivî: "Bi taybetî jî operasyoneke qirkirina siyasî ku jinan hedef digire tê birêvebirin. Jinên ku pêşengiya civakê dikin digirin. Bi girtin û binçavkirinan tê xwestin ku gel bitepisînin û bitirsînin. Dê siyaseta kurd bi girtin û binçavkirinan bi paş ve gav neavêje. Dê bêtir bixebite û têkoşîna xwe xurtir bike. Bi van girtinan tê xwestin ku siyaseta kurd birûxînin."