Kiliçdaroglu ji Gulmen û Ozakça hêvî kir ku grevê bi dawî bikin

BOLU - Serokê Giştî yê CHP'ê piştî bi welatiyan re cejin pîroz kir, dest bi Meşa Edaletê kir. Kiliçdaroglu bang li Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku ev 109 roj e di greva birçîbûnê de ne kir û wiha got: "Hêvî dikim hûn grevê bi dawî bikin."

Meşa Edaletê di roja 11'emîn de ye, welatiyan piştî nimêja cejnê kir, bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu re cejin pîroz kirin. Kiliçdaroglu bal kişand ser akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku di greva birçîbûnê de ne û ji wan xwest grevê bi dawî bikin.

'HÊVÎ DIKIM GREVÊ BI DAWÎ BIKIN'

Kiliçdaroglu got ku "Em niheqiya ku li we hatiye kirin dizani" û hêviyên xwe ji wan kir ku grevê bi dawî bikin û jiyana xwe nexin tehlûkeyê. Kiliçdarogku cejna rojnamegerên girtî jî pîroz kir û da zanîn ku ew cejna hemû kesên ku mafên wan hatiye xwarin pîroz dike.

Kiliçdaroglu der barê acizbûna Serokomar Erdogan de jî axivî û ji wî re derbasî xwest.