Ji bo hevdîtina bi Yuksekdag re destur nehat dayîn

STENBOL- Serokê Partiya Çepgir a Swedê Jonas Sjostedt û parlamenter Lotta Johnsson Fornarve yên xwestin bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê ye hevdîtinê pêk bînin serlêdana kirin ji aliyê Wezareta Dadê ve nehat qebûlkirin.

Serokê Partiya Çepgir a Swedê Jonas Sjostedt û parlamenter Lotta Johnsson Fornarvexwestin bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê ye û hevşaredar û siyasetmedarên kurd re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin. Ji bo hevdîtinê destur nehat dayîn. Serlêdana ku bi riya Sefaretxaneya Swedê ve li Wezareta Dadê hat kirin bi neyînî hat bersivandin.

Heyeta bersiva neyînî dan, dê li ber Girtîgena Kandirayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.