ENQERE - Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan têkildarî tecrîda li dijî hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de got, tecrîda niha li dijî Demîrtaş pêk tê, ne tenê li dijî Demîrtaş li dijî bi milyonan hilbijêrên ku deng dan HDP’ê pêk tê.
Di 4’ê Cotmehê di encama operasyona serdagirtina malan a li dijî hevserok û parlementerên HDP’ê de, hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 8 parlementerên HDP’ê hatin binçavkirin û pişt re hatin girtin. Ev zêdeyî mehekê ye hevserok û parlementerên HDP’ê di girtîgehên cûda de di bin tecrîdê de tên ragirtin. Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê tecrîda li dîjî hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş berdewam dike. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, li dijî tecrîda li hemberî Selahattîn Demîrtaş bertek nîşan de û diyar kir ku ev tecrîd encama hişmendiya faşîst a derbekara ye.
‘AK PARTÎ ÎRADEYA GELAN NAS NAKE’
Atalan da zanîn ku, tecrîda li dijî Selahattîn Demîrtaş pêk tê, ne tenê li dijî Demîrtaş li dijî bi milyonan kesî pêk tê û wiha axivî: “Tecrîda niha li dijî Birêz Demîrtaş pêk tê, ne tenê li dijî Demîrtaş li dijî milyonan hilbijêrên ku deng dan HDP’ê pêk tê. Li hemberî îradeya gelên ku deng dan HDP’ê derebeyek pêk tê. Lê bi taybetî divê mirov bizanibe ku derbeya herî mezin li dijî gelê kurd pêk tê. HDP partiya hemû gela ye. Hedefgirtina HDP’ê, hedefgirtina hemû gela ye. Lê hikûmeta AK Partiyê her roj hovitiya xwe ya li dijî siyaseta demokratîk a HDP’ê zêde dike û îradeya gelan nas nake.”
‘AK PARTIYÊ JI PÎVAN Û RÊGEZÊN MIROVAHIYÊ DERS NEGIRTIYE’
Atalan anî ziman ku, AK Partî li dijî pîvan û rêgezên demokrasiyê tevdigere û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hikûmeta AK Partiyê rêgez û pîvanên demokrasiyê tu caran esas negirtiye. Feraset û hişmendiya AK Partiyê her tim pelçiqandin, barbarî, şantaj, kuştin û qirkirin e. Niha li Tirkiyeyê yên ku li dijî AK Pariyê difikirin hemû di hedefa AK Partiyê de ne. Ev yek jî bi awayekî zelal nîşan dide ku AK Partî ji pîvan û rêgezên mirovahiyê ders negirtiye û feraseta wan de her tim bi fikrên dijmirovî derdikeve pêş.”
‘TU KES NIKARE ÇAND Û DÎROKÊ TUNE BIHESIBÎNE’
Atalan bal kişand ser çand û dîroka gelan û axaftina xwe wiha domand:“Di dîrokê de heta niha gelê kurd wekî hemû gelên cîhanê li gorî çand , ziman û dîroka xwe jiyaye. Tu kes nikare çand û dîroka gelan tune bihesibîn e. Lê ji ber ku ferast û hişmendiya faşîstan rêzê nade çand û dîroka gelan, faşîst her tim ji bo tunekirina çanda gelên ku li dijî wan difikirin û lîstikin cûda dilîzin. Mixabin niha ev feraset û hişmendî di nav AK Partiyê de bi awayekî zelal tê dîtin. Ez dibêjim mixabin ji ber ku em di sedsala 21’emîn de hîn jî feraseta wiha faşîzane li vî welatî dibînin.”
‘TECRÎD ENCAMA HIŞMENDIYA FAŞÎST E’
Atalan destnîşan kir ku, mafê hevserokên giştî û parlementeran bi her awayî tên astengkirin û wiha domand: “Mafê me yê ku em bi hevserok û parlementeran re hevdîtinan bikin tên astengirin. Ne tenê ev, li aliyê din jî mafê peyamên wan ên ji bo azadiya gelan û nameyên ku ji bo malbat û hevalên xwe dinivîsînin jî ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve tên astengkirin. Ev jî nîşan dide ku derbeyek vekirî li dijî mafê demokratîk ê gel û hilbijêrên me pêk tê. Derbekarên 15’ê Tîrmehê yên AK Partiyê niha bi awayekî zelal dijî îradeya me û partiya me derbeyeke faşîst pêk tîne. Ev tecrîd jî encama vê hişmendiya faşîst a derbekara ye.”
‘EM TESLÎMÎ HIŞMENDIYA DERBEKARAN NABIN’
Atalan herî dawî ev tişt gotin: “Em ê hem li parlementoyê hem jî li derve berxwedaneke demokratîk li dijî vê derbeya ku li dijî siyaseta kurd û bi taybetî li dijî HDP’ê pêk tê bimeşînin. Li dijî zor û zilma hikûmeta AK Partiyê em tu carî serî natewînin û îradeya xwe û gelê xwe teslîmî hişmendiya derbekaran nakin. Parlemento parlementoya gel e. Gel biryar dide ku siyasetmedarên wan di parlementoyê de siyaseta demokratîk bidin meşandin. Gelê me ev firsend daye me û em ê gelê xwe hem di parlementoyê de hem jî li derve heta dawiyê biparêzin. Em û gelê xwe, em ê li gorî şêwazên demokratîk heta dawiyê li ber xwe bidin û siyaseta xwe ya demokratîk di hemû qadan de bidin meşandin. Her kes dizane niha li Tirkiyeyê partiya ku siyaseta demokratîk dimeşîne tenê HDP ye. HDP heta dawiyê dê mafê hemû gelan biparêz e û wê ji siyaseta xwe yî demokratîk tawîzê nede.”
Ferît Dere - dîhaber