Serokwezîr Yildirim ji bo Esad mudaxilî operasyona li dijî kurdan nebe ji Rûsyayê xwest navbenkariyê bike

NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê ziyareta Serokwezir Bînalî Yildirim a li Rûsyayê dane tên ragihandin. Yildirim ku armanca xweya li Sûriyeyê ji Moskovayê re ragihand, hat zanîn ku ji Rûsyayê hat xwestin ku ji bo Esad mudaxilî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî kurdên El Babê ne be navbenkariyê bike.

Serokwezîr Bînalî Yildirim, salek piştî krîza balefirê ya hatî jiyan ku di navbera Rûsya-Tirkiyeyê têkiliî bi aram bibin bi serokdewletê Rûsyayê Putîn û Serokwezîr Medvedev re li Moskovayê hevdîtin pêk anî. Hûrgiriyên hevdîtinê hêdî hêdî dikevin mijara raya giştî. Yildirim, li dijî peynama Rûsyayê ya ji bo têkiliyan a "hêdî hêdî çûyîn" lezbûn pêşniyar kir.

Yildirim ji rayedarên Rûsyayê re ragihand ku li başûrê Sûriyeyê nokteya ku ji bikevinê El Bab e. Yildirim, da zanîn ku Rûsyayê li ser daxwaza wan a ji bo Esad mudaxilî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî kurdên El Babê ne be navbenkariyê bike gotiye "emê hewl bidin". Serokwezîr Bînalî Yildirim, piştî bi Putîn û Medvedev re hevdîtin pêkanî pirsên rojnamegerên li gel wî ne bersivand.

DERDÊ ME NE HELEPE

Yildirim da zanîn ku di mijara Sûriyeyê de divê Rûsya zêdetir li dijî rejîmê însiyatîfa xwe bikarbîne û wiha got: "Di mijara Sûriyeyê de serokomarê me û Putîn hevdîtinan pêk tînin. Em niha ji ber pozîsyona xwe ya li Sûriyeyê ji bo çareseriyê bi bandortirin. Ev bi Mertala Firatê destpê kir û didome. Me fikarên xwe yên derbêrê Helepê de anîn ziman. Wan jî li dijî vê xwestin vê fêmbikin. Difikirin ku di operasyona Mertalên Firatê ya li dijî El Babê dê Helepê jî bigire nava xwe. Beriya niha serokomarê me jî gotibû tiştek wiha tune ye lê dîsan ev mijar vekirin. Derdê me ewe ku xwîna tê rijandin bisekine û divê demildest alîkariyên mirovî bigihin Helepê. Di vê mijarê de çit ê xwestin em dikin. Em li bendê ne ku Rûsya însiyatîfa xwe ya li ser rejîmê bêhtir bide hîskirin."

EM JI BO KORÎDORA KURDAN LI WIRÎN

Yildirim anî ziman ku ew ji bo pêşî li korîdora ku kurd dixwazin vekin bigirin li wirin û wiha axivî: "Armanc û sekna me ya li wir ewe ku em ewlehiya Tirkiyeyê xurt bikine. Li dijî DAIŞ, YGP û PKK'ê parastina Tirkiyeyê ye. Pêşî li korîdora ku PYD dixwaze veke bigirtine. Li nokteyên başûr ku em xwe bigehînê Bab heye. Dixwazin ku ji wir û pêde planek me heye yan ne. Planek me ya wiha tune ye. Ew jî di wan şertan de dê ji bo rejîm mudaxilî vê mijarê nebe dê hewldanan bikin. Me ev bi awayekî zelal anî ziman. Wan jî îtîraz nekirin. Ji ber ji YPG/PYD, PKK'ê cuda bû tiştek ne gotin."