ENQERE - Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkîldarî "sîstema serokdewletiyê"ya ku rojên pêş dê hikûmet bîne rojeva Meclîsê got ku "peymanekî veşarî ye" û wiha axivî: "Ev welat di riyekî şaş de ye. Wî welatî ber bi dewletekî partiyekî heta dewleta malbatê ve dibin."
Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkîldarî mijarên di rojevê de li Meclîsê civînê çapemeniyê li dar xist. Bîlgen der barê lihevkirina guhertina qanûna bingehîn a AK Partî û MHP'ê de axivî.
Bîlgen têkîldarî "sîstema serokdewletiyê"ya ku rojên pêş dê hikûmet bîne rojeva Meclîsê got ku "peymanekî veşarî ye" û anî ziman ku di şertên heyî de guhertinên bi vî rengî nikare bê kirin.
Bîlgen wiha axivî: "Di pêvajoyeke ku 10 parlamenterên me di girtîgehê de ne nîqaşên guhertina qanûna bingehîn tê kirin. Rêbazekî bi vî rengî ya guhertina qanûna bingehîn nabe. Ev ne peymanekî civakî, peymanekî veşarî ye."
'WELAT DIKIN DEWLETA MALBATÊ'
Bîlgen parlamenteriya yêdek a ku bi nîqaşên "sîstema serokdewletiyê" ve hate rojevê de jî nirxand û got ku heke hûn ji serokê xwe yê giştî cuda bifikirin yêdekê we amade ye û Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yê li hevkirine rexne kir.
Bîlgen nirxandina "Ev welat di riyekî şaş de ye. Wî welatî ber bi dewletekî partiyekî heta dewleta malbatê ve dibin" kir.
BANGA XWEDÎLÊDERKETINA DENGÊN XWE LIWELATIYAN KIR
Bîlgen girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahttîn Demîrtaş jî di nav de ya 10 parlamenteran bi bîr xist û banga "divê hemû welatî xwedî li dengên xwe derkevin, di pêvajoyekî ku welat bi krîzekî re rû bi rû de ye li pey şexsekî ketin nayê qebûlkirin. Dive hemû welatî xwedî li dengên xwe derkevin. Bila li wekîlên xwe bigerin. Bila name binivîsînin" li welatiyan kir.