ENQERE - 4'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê bi şiyara "Bi civaka zana ber bi pêşeroja azad ve" pêk hat, Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan, wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Otela Neva Palasê 4'emîn Kongreya Asayi pêk anîn, piştî axaftinên vekirinê û axaftinên mêvanan, raporên malî û xebatan hatin xwandin. Pişt re derbasî rojeva hilbijartinê bûn.
Di hilbijartinê de dengê 141 kesî hat bikaranîn, hevseroka girtî ya partiyê Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan ê heta kongreyê wekî alîkar peywira xwe pêkt tanî, wekî hevserokên nû yên DBP'ê hatin hilbijartin.
Hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat de, 40 kes wekî endamên Meclisa Partiyê (MP) hatin hilbijartin. Navên kesê hatine hilbijartin wiha ne:
"A.Hîlmî Azîzlîoglu, Abdulbarî Karaagaç, Adnan Sari, Ahmet Eken, Aliye Kizildamar, Ayşe Çelîkbîlek, Bariş Oflas, Berat Bîrtek, Celal Yoldaş, Cemal Çaliş, Çîmen Alturk, Ecevît Odabaşi, Erol Demîrhan, Fîkriye Aytîn, Gurbet Çakir, Gulum Bayram, Hacer Ozdemîr, Alev Keklîk, Halîde Turkoglu, Hasan Vural, Hediye Kilinç, Mehmet Şîrîn Tunç, Meryem Yildiz, Rasîm Çelîk, Riza Bîlgîç, Sayin Îpekten, Sedat Çayci, Seher Tumer, Selma Surer, Semîre Kurt, Sevîm Adsoy, Şehzade Kurt, Şîrîn Altay, Teyfîk Kaçar, Turabî Şen, Turkan Esen, Ulku Baydaş, Zekî Baran, Zeynel Mat û Zuhal Tekîner."
Ji endamtiya Lijneya Dîsîplînê ya Navnedî re jî Mehmet Nurî Ozmen, Gulistan Ensarîoglu, Hasan Dogan, Sevîm Dursun, Huseyîn Altun,Lutfiye Gurbuz û Ruken Yilmaz hatin hilbijartin.