Duh zivistan bû, îro bihar...

NAVENDA NÛÇEYAN - Suleyman Soylu yê ku berê rexneyên tund li AK Partiyê dikir niha di hikûmetê de Wezîrê Karên Hundir e soza xwe ya "serkeftinê" ya li dijî PKK'ê ji demsala zivistanê taloqî biharê kir. Soylu yê ku di 13'ê mijdarê de gotina "Em ê zivistanê van çiyan û axan ji wan re teng bikin" bi kar anîbû vê carê jî gotina "piştî nîsanê ew ê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin" bi kar anî.

Suleyman Soylu dema ku Serokê Giştî yê Partiya Demokrat (DP) bû li dijî AK Partî û Tayyîp Erdogan bi rexneyên xwe yên giran di hefizeyan de mabû îro di hikûmeta ku heman rexneyan kesên di dike de Wezîrê Karên Hundir e. Soylu yê ji bo Erdogan gotina "dixwaze bibe padişah" bi kar anîbû piştî ku derbasî AK Partiyê bû bi gotina "Serokê Tirkiyeyê yê ebedî" ji bo Erdogan bi kar anî. Ev gotinên Soylu yên ku bi kar anî bû hê jî di hefizeyan de ne: "SErokwezîr çawa nikare li ser pişta hespê bisekine bi heman awayî nekarî welat jî bi rêve bibe- 20'ê Nîsana 2008", "Ji delingên wî nerilêtî diherike- 10'ê Kanûna 2008", "Boyaxa te çû Recep Tayyîp Erdogan-31'ê Kanûna 2008", "Serokwezîr bavê rantê anî- 25'ê Sibata 2009", "Xwe wekî padişah dibîne-14'ê Adara 2009".

Soylu yê ku ligel van gotinan ji bo xwe di hikûmetê de cih dît yek ji siyasetmedarên ku di jiyana wî ya polîtîk de guhertinên balkêş pêk hatiye ye.

Suleyman Soylu yê ku wekî zarokekî ji malbata Trabzonê di 1969'an de li Stenbolê ji dayik bûye dibistana seretayî û dibistana navîn li Gazîosmanpaşayê xwend. Piştî ku lîse jî di Lîseşa Plevneyê qedand Fakulteya Îşletmeyê ya Zanîngeha Stenbolê xwend û qedand. Di 1990'an de li Borseya Stenbolê (ÎMKB) dest bi kar kir.

Soylu ewil di 187'an de kete nava siyasetê li Partiya Demokrat û Partiya Edaletê de cih girt piştre jî di Baskên Ciwanan ên DYP'ê de cih girt. Di 1987-1990'an de di baskê ciwanan de ma. Di 1995'an de bû endamê lijneya rêveber a rêxistina DYP'ê ya Gazîosmanpaşayê. Piştî demeke kurt jî bû serokê heman rêxistinê. Piştî 4 salan di 29'ê nîsana 1999'an de bû Serokê DYP'ê yê Stenbolê di hilbijartinên 2002'yan de heta ku bibe namzetê parlamenteriyê ev kar berdewam kir.

Dema ku Soylu ev peywir dikin ji bo Tansu Çîller a Seroka Giştî ya DYP'ê bû xwedî cihekî girîng bû.

Piştî ku DYP di hilbijartinên 22'yê Tîrmeha 2007'an de di bin bendê de ma û hewldanên bi ANAP'ê re bibin yek de Mehmet Agar piştî ku îstifa kir bû serokê giştî yê partiyê. Di 15'ê mijdara 2008'an de di kongreyê de careke din wekî serokê giştî hat hilbijartin.


'EZ NE WEKÎ SIAYSETMEDARÊN KU HÛN DIZANINIM’

Beriya hilbijartinên herêmî yên 2009’an diyar kir ku aramanca wî ewe ku di hilbijartinên giştî yên 2007’an de girtina dengan ji sedî 5,4 derbas bike û got “ger em di bin 5,4 de bimînin emê xwe paşde bidin.” Dema di hilbijatinên herêmî de di dengdana meclîsê ya bajarên giştî de dema ji sedî 4 deng girt, di daxuyaniya rojek piştî hilbijartinê de got “ez ne wekî siyasetmedarên ku hûn dizaninim” dê îstifa bike û dê di kongreyê de nebe namzed.

Lê Soylu li ser israra partiyê xwe negirt, di 12’yê Adarê de biryara xwe guherand û carekdin diyar kir ku ew ê bibe namzed. Di 16’ê Adara 2009’an de, di 5’emîn Kongreya Mezin a Awarte de ku li ser daxwaza wî hat pêkanîn, beriya rûniştina 3’yemîn diyar kir ku ji namzediyê xwe vedikişîne.

Piştî vê pêvajoyê, li ser gelek dawetên ji zanînge û rêxistinên civaka sivîl ên gelek welatan, li gelek herêmên Tirkiyeyê tevlî konferans û panelan bûn. Suleyman Soylu ku di Referanduma 12’ê Îlonê de diyar kir ku guhertina Qanûna Bingehîn ji bo veguherandin û demokratîkbûna Tirkiyeyê cihekî girîng digire, di bin navê “Hevdîtinên demokrasiyê” de gelek semîner li darxistin û bi hevalên xwe re li Tirkiyeyê geriyan û sedama dengên “erê” vegot. Piştî van xebatan DP ku Husamettîn Cîndoruk serokê wê yê giştî bû hat îxrackirin. Dema Soylu Serokê Giştî yê Partiya Demokrat bû, her tişt ji AKP’ê re digot lê piştî Erdogan ew vexwend siyaseta aktîf, di merasîma 5’ê Îlona 2015’an de tevlî AKP’ê bû.

ANÎN ŞÛNA ALA

Destpêkê ji bo Lijneya Rêvebira a Biryara Navendî (MKYK) hat hilbijartin, piştre anîn peywira Cigirê Serokê Giştî. Soylu, beriya hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîrana 2015’an got “Xwedê şahide ger laşê min bibe gola xwînê jî ez ê dest ji Erdogan bernedim” û piştî wekî parlamenterê Trabzonê hat hilbijartin, di 5’emîn Kongreya Awarte de carek din wekî endamê MKYK’ê hat hilbijartin. Piştî Soylu di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de carekdin wekî parlamenterê Trabzonê hat hilbijartin palkaya sor girt û di kabîneya ku nû hat avakirin de bû Wezîrê Xebat û Ewlehiya Cemaweriyê. Piştî Serokê Giştî û Serokwezîr Ahmet Avutoglu dest ji peywira xwe berda, piştî Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala jî tevlî vê karwanê bû, di 31’ê Tebaxa 2016’an de bû Wezîrê Karên Hundir.

DUH ZIVISTAN BÛ ÎRO BIHAR

Soylu ku di dema plana tunekirina PKK’ê ket dewrê, bajarên Kurdistanê dihatin xirakirin û hemû cih bûbûn gola xwînê bû wezîrê karên hundir vê carê bi daxuyaniyên dayîn ket rojevê. Soylu ku gotibû ew ê heta zivistanê têkoşîna bi PKK’ê re biqedînin ev soza xwe hişt ji bo biharê.
Wezîr Soylu di çalakiyek ku 13’yê Mijdarê li Stenbolê hat li darxistin de wiha got: “Dema niha em li vir disekinin, li aliyekê Hêzên me yên Erdê, li aliyekê cendirme, li aliyê din polîs, tîmên taybet em ê çiyayan li wan teng bikin û em ê vê axê jî ji wan re teng bikin. Sonda me ya ji bo Xwedê ye, bila Xwedayê me bibe şahid dê kesek cesaret neke ku navê PKK’ê bîne ziman.”

Lê hêjî li ser van gotinên wî mehek jî derbas nebûye, di çalakiyek ku li Wanê tevlî bû de wiha got: “Ez îro rojên baş zelal dibêjim. Dê piştî meha Nîsanê çi bê serê man texmîn nekin û dê bi netewek mezin re rû bi rû bibin.” Ev gotinên Soylu gelek balê dikişîne.