ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ê ku mêvan jî negirtin di civîna koma partiyê de axivî û diyar kir ku peyama ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo civîna komê şandiye hatiye astengkirin û wiha got: "Yek parlamenterê me jî bimîne em ê derkevin vî kursiyê û rastiyan ji gel re ragihînin."
Civîna Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku hevserok û parlamenter di 4'ê mijdarê de hatin girtin cara duyemîn kom hat lidarxistin. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen di civîna ku mêvanên ji bo civînê hatin astengkirin de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.
LI HEMBERÎ ASTENGKIRINA MÊVANAN NERAZÎBÛN
Bîlgen beriya ku biaxive li ser navê dîwanê Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel axivî û li hemberî astengkirina mêvanan nerazîbûn nîşan da. Demîrel anî ziman ku ji ber ku nûnerên komeleyên ku ji aliyê wezaretê ve hatine girtin hatine astengkirin nekarîne beşdarî civînê bibin û wiha got: "Heta êvarê yên ku dibêjin gel, hatine gel li Meclîsê asteng dikin." Demîrel anî ziman ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî ye ji bo komê peyam şandiye lê ev peyam jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye astengkirin.
Vê hefteyê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen axivî. Bîlgen ewil salon nîşan da û diyar kir ku ev şerm ji bo Tirkiyeyê bes e.
PEYAMA DEMÎRTAŞ JÎ ASTENG KIRIN
Axaftina Bîlgen wiha ye:
"Dibêjin qey peyama hevserokê me neyê partî nikare civîna komê pêk bîne. Yek parlamenterê me jî bimîne em ê derkevin kursiyê û rastiyan ji gel re ragihînin. Gotinên xwe bînin ziman. Serokwekîla koma me jî anî ziman. Hefteya borî dirûşmên di vî salonê de hincet hatin nîşandan û nehîştin ku nezî 300 hevalên me bên vir. Di koma partiya îxtidarê de hemû slogan hebûn lê tu astengî tunebû. Van pêkanînên kêfî bidomînin, em ê binêrin dê kî winda bike. Lê em vî baş dizanin ku ev welat winda dike, hûn winda dikin. Heke îro ez li vî kursiyê diaxivim, hevserokê me nikare biaxive berpirsyarê vî sûcî aydî yên ku vî welatî bi rêve dibin e. Duh hevdîtina parêzeran çêbû û hate gotin ku birêz Demîrtaş dikare bi riya perêzer na bi riya posteyê dikare peyamê bişîne lê ev pêk nehat.
Biryara AYM'Ê: PARLAMENTER BI GIRTÎ NAYÊ DARIZANDIN
Berpirsyariya siyasî ya hevserok û parlamenterên me didome. Tenê dikarin ji dosyayên xwe bên darizandin lê li hemberî parlamenterên me tecrîda heyî em ê qebûl nekin. Dê bê bîra hemû kesan dîsa dema ku hin parlamenterên vî Meclîsê girtîbûn Dadgepa Qanûna Bingehîn der barî girtibûnan de biryarekî zelal da. Biryara ku parlamenter bi girtî nekarin bên darizandin îro jî derbasdar e. Ji ber vê yekê jî ev rewşa îro tunehesibandina Dadgeha Qanûna Bingehîn e. Biryar nedîtî ve hatin e.
REKTORÊ HAT TAYÎNKIRIN BIRAYÊ VEKÎL Ê AKP'Ê YE
Ji hilbijartinên serokomariyê heta niha tola ku nehat hilanîn niha ji hevserok û parlamenterên me tê girtin. Ji peyamên wan hê jî ditirsin. Ji bo posterên wan jî qedexeyê tînin. Çawa welat bi rêve dibin bi biryara ku li Zanîngeha Bogazîçî dan nîşan dide. Rektorê ku netekiye hilbijartinê derket holê ku birayê AKP'iyekî ye.
JI BI LI SER REZALETA KARAMANÊ BIGIRIN KOMELE TÊN GIRTIN
Rêxistinên civakî yên sivîl ên hatin girtin îro nikarin bikevin hundir. Deriyên komeleyên ku di şertên giran de xebatên xwe didomînin hatin kilîtkirin. Pêşiya wan ji bo ku li vir dengê xwe nedin bihistin hate girtin. Komeleyên ku çima hatine girtin nizanin hene. Tu gilî tuneye lê bi sedan komele hatin girtin. Di nava wan de komeleyên alîkariyê yên zarokan hene. Dixwazin hemû kes li ber deriyê wan bibe parsek. Lê diyar e ku bi vî rengî dixwazin li ser rezaleta Karaman û Semsûrê bigirin.
Serokomar dibêje "OHAL nabe pirsgirêk, hemû kes diçin karûbarên xwe" lê karê ku bi hezaran kes biçe tuneye. Nexweş bê bijîşk, xwendekar bê mamoste ne, guhenê vî jî ya Serokomar e.
LI ŞIRNEXÊ QEDEXE RABÛ LÊ KOLAN NEMAN
Li Şirnexê qedexe hate rakirin dibêjin mirov diçin malên xwe lê li Şirnexê kolan nemaye, malên ku biçin nemaye, ji 3'yan 2'yê Şirnexê hate tunekirin. Mirov ji bo tu tiştên xwe di bin enqazan de dernexînin moloz ji aliyê şîreketan ve hatin derxistin. Şirnex dê serî netewîne, gelê Şirnexê dê birînên xwe bipêçe.
DI SALVEGERÊ DE JI SEYÎD RIZA BI BÎRXISTINA DÎROKÎ
Ez dixwazin Seyîd Riya û hevalên wî bi bîr bînim. Di salvegerê de bi bîranîna Seyîd Riza û fêmkirina wî gelek girîng e. Tiştên ku we bi me da jiyandin, derewên we ji bo me bû ders lê ji ber ku me serî netewand ev jî ji bo we bila bibe derd. Heke ez di vî rewşê de mecbûr mabe biaxivim, yek parlamenterê me, yek gelê me, yek hilbijêrên me tuneye ev şerm a we ye. Em di demeke kin de dixwazin hevserok û parlamenterên xwe li vir bibînin."