Dr. Şêrko Mihemed Emîn: PDK dixwaze başûr têxe xizmeta malbatekê

SILÊMANÎ - Endamê Rêveberiya Tevgera Goran Dr. Şêrko Mihemed Emîn têkildarî Şêwira Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê anî ziman ku li herêma Kurdistanê pirsgirêkeke siyasî û darayî ya çêkirî heye. Mihemed Emîn, anî ziman ku PDK dixwaze Kurdistana Başur têxe xizmeta malbatê û xwest kurd bibin xwedî helwestek hevpar.

Endamê Rêveberiya Tevgera Goran Dr. Şêrko Mihemed Emîn têkildarî Şêwira Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê ji Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Melek Bozan re axivî. Mihemed Emîn diyar kir ku PDK dixwaze Başûr bixe xizmeta malbatekê. Emîn, anî ziman ku ew jî berovajî daxwazên PDK’ê, dixwazin sîstema parlamenterî û demokratîk hebe û wiha axivî: “Divê ev sîstem şefaf be û di xizmeta gelê kurd de be. PDK’ê di 12’ê cotmeha 2015’an de biryarekî hizbî parlemento girt. Lê em hewldidin hem qanûn serwer bin û hem jî sîstema parlamenterî ku xizmetê ji hemû kurdan re bike, ava bikin. Banga me ewe ku li ser bingeha avakirina demokrasî û jiyana siyasî hilbijartinek pêk bê.”

BIRYARA XWE NANASE

Der barê referandumê de jî Emîn wiha got: “Avakirina dewleta Kurdistanê armanca her kurdekî ye. Divê têkoşîna ji bo vê ji derveyî berjewendiyên şexsî û malbatî be. Biryara referandumê, bi qanûnên di sala 1992’yan û 2005’an de ku Barzanî bi xwe îmze kirine, dibêje ku tenê parlemento dikare biryarê bide. Divê parlamento vê biryarê bide û referandum bibe pêkanîna yekitiya gelê kurd.”

Mihemed Emîn diyar kir ku li Başûr peywendiyeke neteweyî nîn e û wiha bi dawî kir: “Têkiliya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û ya YNK’ê ya bi Îranê re nimûneya vê ye. Lê divê ev peywendî ne hizbî, neteweyî bin. Divê kurd bi avakirina yekitiya xwe zextê li van partiyan bikin ku bikevin rêya berjewendiyên neteweyî. PDK hem li hundir û hem jî li derve bi pirsgirêkên gelekî mezin re rû bi rû ye. Tevî van pirsgirêkan jî nikare berjewendiyên kurdan biparêze. Bi helwesteke hevpar a kurdan, PDK dikare bikeve rêya neteweyî. Gelê Başûr gelek ji parçeyên din ên Kurdistanê dike.”