Serokê Partiya Çep a Swêdê: Tirkiye ber bî dîktatoriyê ve tê kişandin

STENBOL - Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjöstedt got, “Tirkiye ber bî dîktatoriyê ve tê kişandin" û anî ziman ku, heke bikaranîna hêza polîsan a ji bo tepisandina muxalefetê bidome, wê tu têkilya Tirkiye û Ewropayê nemîne.

Serokê Partiya Çep a Swêdê û Parlementer Jonas Sjöstedt, tevî heyeta ji welatên Îskandînavyayê ji bo hevdîtinê bi Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlemnterên girtî re pêk bîne hat Tirkiyeyê. Lê belê, heyeta ji Swêdê hat bêyî bi parlementeran re hevdîtinê pêk bînin ji Tirkiyeyê vegeriyan. Sjöstedt hem têkildarî rewşa parlementerên girtî û hem jî têkildarî sepandinên Rewşa Awarte (OHAL) ên li Tirkiyeyê axivî.

Sjöstedt dest nîşan kir ku, girtina hilbijartiyên bi milyonan dengî di demokrasiyan de nayê qebûlkirin ûwiha got:"Ji zûv de ye têkilyên me bi HDP'ê re hene. Min li Enqere û Ewropayê re bi Demîrtaş re hevdîtin pêk anîn. HDP dostê me û ji malbata me ye. Heke ji malbata we yek bi awayekî derhuqûqî bê girtin, hûn protesto bikin. Bi awayekî yekser têkiliyên me bi HDP'ê re hene. Bi awayekî derhuqûqî tên darizandin. Em ê beşdarî rûniştinan jî bibin. Ji bo protestokirina Balyozxaneya Tirkiyeyê jî hin hewldanên me çêbûn."

‘TIRKIYE BER BI DÎKTATORIYÊ VE TÊ KIŞANDIN'

Sjöstedt anî ziman ku, li Tirkiyeyê OHAL û hêza polîsan ji bo tepisandina muxalefetê tê bikaranîn û wiha axivî:"Hêza polîsan û hêza darazaê, ji bo tepisandin sendîkayan tên bikaranîn. Tu eleqeya vê bi demokrasyê re tune ye. Li Tirkiyeyê hêza polîsan tê îstîsmarkirin. Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve tê kişandin. Bi vî awyaî bikaranîna hêza polîsan, delîla wê yî herî sereke ye. Heke ev nêvenga çewisandinê wisa bdiome, wê tu têkilya Tirkiye û Ewropayê nemîne. Wê ev ji bo Ewropayê jî, ji bo Tirkiyeyê jî û ji bo Erdogan jî encamên nebaş derxîne holê."

'EWROPA DIXWAZE MUZAKERE RAWESTIN'

Sjöstedt, têkildarî vegotinên ku dê Ewropa ambargoyê deyne ser Tirkiyeyê jî wiha got:"Ji Ewropayê dengên cuda hene. Siyasetmedarên çep bi muxalifî tevdigerin. Hin ji wan di mijara penaberan de, qey diwazin li ber derî notirvaniyê bikin. Em jî ji ber vê dixwazin, feraseta penaberan a bi Tirkiyeyê re bê betalkirin. Li Ewropayê dengekê zexm dixwaze muzakereyên bi Tirkiyeyê re bên rawestandin. Û dixwazin ev heta demokrasî dubare neyê restorekirin bidome."

BANGA LI HILBIJÊRÊN HDP'Ê

Sjöstedt bang li hilbijêrên HDP'ê jî kir û wiha got:"Dixwazim mirovên ji bo HDP'ê dixebitin vê zanibin, bi milyonan hevalên wan hene. Li Swêdê, Norveçê ev mirov hene. Mirov her roj dişopînin. Nameyan dişînin girtîgehan. Li parlementoyên xwe pirsan dipirsin."

‘ME GILIYÊN XWE RAGIHANDIN BALYOZXANEYA TIRK'

Parlementera Partiya Çep û endama Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê Lotta Johnsson Fornarve jî diyar kir ku, girtina hevserokên HDP'ê û parlementerên wê li dijî mafên mirova ye. Fornarve wiha axivî: “A rast, ji ber sedemên polîtîk hatin girtin. Em vê mijarê li Swêdê diaxivin. Piştevaniya me ya ji bo parlementerên HDP'ê didome. Me vê mijar li Parlementoya Swêdê jî axivî. Li Wezareta Karên Derve jî axivî. Her wiha ji bo em giliyên xwe ragihînin Balyozxaneya Tirk a li Swêdê, me ew vexwand parlementoyê." Fornarve anî ziman ku, ew tu derbeyên leşkerî qebûl nakin û wiha got:"Hikûmet vê hewldana derbeyê bi akr anî û li dijî gelê kurd, muxalifên siyasî bi akr tîne û em vê jî qebûl nakin."

‘LI TIRKIYEYÊ DEMOKRASÎ BI PAŞ VE GAVAN DIAVÊJE'

Fornarve bang li hikûmetê kir û anîz iman kuî divê demildets hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan û wiha got:"Eşkere ye ku, demokrasiya Tirkiyeyê bi paş ve gavan diavêje, ez dibêm divê ev neyê qebûlkirin. Piştî girtina bi sedan mirovî, êdî meriv wek dewleteke demokratîk nikare behsa Tirkiyeyê bike."

Fornarve, xwest peymana "penaberan" a bi Tirkiyeyê re bê fesxkirin.