ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Prof. Dr. Mîthat Sancar. bal kişand ser guhertina rêziknameya navxweyi ya meclîsê û wiha got: "AKP bi vê guhertinê di milê bîrdozî de dişibe MHP'ê. Bi van guhertinan kurdan dikin hedef."
AKP û MHP bûn yek û li ser guhertina rêziknameya navxweyî ya meclîsê li hev kirin. Guhertina rêziknameyê li Komîsyona Qanûna Bingehîn hat qebûlkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Prof.Dr. Mithat Sancar, ji dihaberê re axivî. Sancar bal kişand ser guhertina rêziknameya navxweyî ya Meclîsê û anî ziman ku ev nîşan dide ku AKP cewherê xwe winda dike û dişibe MHP'ê. Sancar, da zanîn ku dixwazin ji ber gotinên “Kurt” û “Kurdistan” ceza bikin û AKP di milê bîrdoziyê de dibe wekî MHP'ê û wiha got: "Bi vê guhertinê gelê kurd dibe hedef. Dixwazin rê li pêş muxalefetê bigirin. Naxwazin ku partiyên muxalefetê di meclîsê de rojevê diyar bikin. Ev di heman demê de gefa li dijî wekîlan e. Dengê wekîlan qut dikin. Guhertin rê li pêşiya îktîdarê vedike ku bêtir serbest û hêsan tev bigere û guhertinan li gorî dilê xwe çêke. Dixwazin meclîsê bikin makîneya guhertina zagonan. Naxwazin parlamentoya ku rojeva welat û pirsgirêkên welat niqaş bike serdest bibe. Dixwazin bi van guhertinan dengê muxalefetê li meclîsê jî qut bikin. Dixwazin meclîsê bikin parastina dewletê û bi hêsanî karibin parlamenterên muxalif îxrac bikin."
‘AKP DI MILÊ BÎRDOZIYÊ DE DIŞIBE MHP'Ê'
Sancar, destnîşan kir ku bi vê guhertinê dixwazin li meclîsê azadiya fikrê bi sînor bikin û wiha got: "Bi taybetî daxwaza guhertina xalên 14. 15. û 16’an armanc dike ku fikrê bi sînor bike. Ji bilî wê guhertinek bîrdozî ye. Dixwazin bîrdoziya înkar, bişaftinê ava bike. Dixwazin bîrdoziya fermî têxin meriyetê û têkevin nava pêlên faşizmê. Bi vê guhertinê ger ku wekîl gotina ‘Kurdistan’, "Kurd" bîne ser siman dê rastî ceza bê. Bi vê guhertinê xuya dike ku AKP di milê bîrdozî de dişibe MHP'ê. Dixwazin polîtîkayên bişaftin û înkarê li meclîsê bi hêz bikin. Bi vê guhertinê gelû kurd dikin hedef. Xala 15'an raste raste hebûna kurdan dike hedef. "
Sancar, anî ziman ku xuya dike muxalefeta wan a bi hêz ew aciz kiriye û AKP jî jivê yekê aciz bûye û wiha got: "Xuya dike ku hin daxuyaniyên me yên li meclîsê bi hin wekilên AKP’ê re fikar zêde kirine. Di encamê de bi guhertina van xalan dixwazin rê li pêş nûnerên kurd ku bi fikr û ramanên xwe xwe birêve bibin bigire ye. Dixwazin parlamentoya bê muxalefet ava bikin. Lê parlamentoya bê muxalefet ne parlamento ye. Xala 15’an, xalek şolî ye. Dixwain bi vê şolî û aloziyê her dem gefan li wekîlên muxalif bixwin. Dixwazin her dem wekîlên muxalif bi sînor bikin."
EV LI DIJÎ PÎVANÊN DEWLETA HIQÛQÊ YE
Sancar, herî dawî da zanîn ku ev guheritn li dijî pîvan û rêgezên dewleta hiqûqê ye û wiha bi dawî kir: "Ger ku serokê meclîsê jî ji partiya îktîdarê be dê fikra xwe mafdariyê pêş bixe û bi xwe repêkanînên keyfî zêde bike. Li gel partiyên komên wan li meclîsê hene jî dîsa bi MHP'ê re li hev kirin.
Destnedayîna wekîlan û niqaşên 16'ê Nîsanê jî AKP û MHP'ê bi serê xwe kirin. Tu hewldanên AKP'e yên bi mere li hev bikin û niqaş bikin çênebû. Bi tevahî encama îtîfaka di navbera MHP û AKP'ê deye.