STENBOL – Rêxistina HDP'ê ji bo çareseriya demokratîk deklarasyon aşkere kir. Nûnerên EMEP, Bloka Aştiyê û SUDEF'ê piştgirî dan deklerasyonê û xwestin gelên Tirkiye li dora deklarasyonê bibin xelek û bibin yek.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 20'ê Tîrmehê de li Stenbola "Deklerasyona Çareseriya Demokratîk" a ji 9 xalan pêk dihat aşker kir. Hêz û partiyên demokratîk piştgirî dan deklerasyonê û xwestin gel li dora vê deklerasyonê bibin yek. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gürkan, diyar kir ku di hilbijartina 7'ê Heziranê de daxwaza gel a demokrasî û azadiyê bi encam bû û ji ber tekoşîna gelan a hevpar partiya îktîdarê bi serê xwe nebû îktidar. Gurkan, anî ziman ku daxwazên HDP'ê yên ji bo demokrasiyê bi qîmet in. Gurkan, anî ziman ku girînge hêza ked, aştî û demokrasiyê li dijî zextên îktîdara Erdogan ji bo daxwazên aştî û demokrasiyê bibin yek û têkoşîna hevpar pêş bixin. Gurkan, da zanîn ku qîmetê didin vê hewldanê û dê her dem di navde cihê xwe bigirin.
TURKER: DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE
Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî (SUDEF) Evgil TUrker jî anî ziman ku wekî Suryaniyan 9 xalên deklerasyonê bi qîmet û girîng dibînin û piştgiriyê didin. Turker, destnîşan kir ku deklarasyon li dijî pêşveçûnên xerab hewldana çareseriyê ye û xwest her kes li dora vê yekê kom bibin.
HETA EM DERNEKEVIN KOLANAN EDALET PÊŞ NAKEVE
Hevberdevkê Ploka Aştiyê Bahadır Altan jî anî ziman ku girîng e deklarasyon li şûna salonê li parkê pêk hatiye û wiha got: "Heta ku em dernekevin kolanan edalet pêk nayê. HDP tevgera edalet û wîjdan e. Divê her kes dakeve kolanan. Ev peymana nû dê gel bi xwe li kolanan binivîse.