Krîz kûr dibe: Heke Almanya muameleya Rûsyayê li dijî Tirkiyeyê bixe dewrê...

ENQERE – Krîza Almanya-Tirikyeyê kûr dibe. Prof. Dr. Huseyîn Bagci da zanîn ku Almanyayê berê di nava YE'yê de "parêzvaniya" Tirkiyeyê dikir û wiha axivî: "Heke Almanya li dijî Tirkiyeyê muameleya Rûsyayê pêk bîne û ambargoyê bide ser dê Tirkiye rojên zehmet re rû bi rû bimîne."

Pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî her ku kûr dibin, têkiliyên derve jî xirab dibin. Rêveberiya Tirkiyeyê di qada navneteweyî de her ku diçe wekî "rêveberiyeke otorîter" tê bi navkirin û rexne zêdetir dibin. Bi taybetî krîza bi welatên endam ên Yekitiya Ewropayê re ji ber "Siyaseta navxweyî" derketin, her ku diçin ji kontrolê derdikevin. Rixmê hemû rexneyên der barê OHAL'ê, pirsgirêka kurd a bi hişmendiya ewlehiyê nêzik dibin, Tirkiye tu rexneyê li ber çavan nagire û vê yekê krîsa Tirkiyeyê ya bi YE'yê re mezin kir.

KRÎZ BERÎ REFERANDÛMA 16'Ê NÎSANÊ DEST PÊ KIR

Tirkiyeyê berî referandûma 16'ê Nîsanê, yek jî welatê herî bi hêz ê YE'yê Almanya, bi Nazîzmê sûcdar kir, ev nêzikatiya xwe dewam kir. Li ser vê Almanyayê jî li ser hev li dijî Tirkiyeyê pêkanîn xistin dewrê û rexneyên tûj li Tirkiyeyê kirin. Rayedarên hikumetê cihê ku pirsgirêkê çareser bikin, nirxndinên ku Almanya û Ewropa sûcdar dikirin kirin.

DÊ KRÎZ BANDOREKE ÇAWA LI WAN BIKE?

Dê ev krîza bandoreke çawa li ser Tirkiyeyê bike? Destpêkê divê li têkiliyên Tirkiye û Almanyayê yên di warê siyasî û bazirganî bê mêzekirin, tê dîtin ku Tirkiye bi welatên Ewropayê û Almanyayê ve girêdayî ye. Almanya ji bo Tirkiyeyê yek jî partnerê herî xurt ê aboriyê ye. Tirkiye di warê bazirganiyê de partnerê 16'emîn ê Almanyayê ye.

Li gorî daneyên Wezareta Aboriyê, welatên Yekitiya Ewropayê, di sala 2016'an de 3,7 milyar dolar raste rast razemenî li Tirkiyeyê kirine, ev rêje jî sedî 55 e. Di navbera salên 2002 û heta Nîsana 2017'an, razemeniyên ku raste rast hatine kirin, sedî 68'ê wê dihewîne û ev jî 96,8 milyar dolarê ê welatên Ewropayê ye. Di vê pêvajoyê de Almanyayê sedî 6,3 razemenî kiriye. Di serdema AKP'ê ya 15 salan de, welatên herî zêde li Tirkiyeyê razemenî kirine, ji van 10 welat ên Ewropayê ne.

WARÊ PARASTINÊ DE GIRÊDAYÊ ALMANYAYÊ YE

Li gorî daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê, Almanya welatê herî zêde tûrîstan dişîne Tirkiyeyê ye. Di sala 2015'an de 5,5 milyon alman hatin Tirkyeyê, ev di sala 2016'an de daket 3,8 milyonî. Di heman salê de tûrîstên biyanî yên hatin Tirkiyeyê hejmara wan ji 36,2 milyonî, daket 25,3 milyonan. Tirkiye di warê çekan de jî girêdayê Almanyayê ye. Gelek çekên wekî tanksavarên MÎLAN û tangên Keopar ji Almanyayê tên. Ji xwe berê jî hatibû gotin, Almanyayê di sala 2016'an de 11 caran daxwaza çekdayîna Tirkiyeyê red kir.

TIŞTÊN DIQEWIMIN NE ASAYÎ NE

Endamê Beşa Têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) Prof. Dr. Huseyîn Bagci, krîza Almanya û Tirkiyeyê nirxand û got ku "Krîza heyî ji sala 1949'an heta niha ew qas têkiliyên tirk û almanan xirab nekiribû" û wiha axivî: "Ev wekî dîrokî jî pêvajoyeke asayî nîne. Girîngiya Almanyayê ya ji bo Tirkiyeyê, Almanya di têkiliyên Yekitiya Ewropayê de ji bo Tirkiyeyê wekî parêzvan bû." Li gorî Bagci dê Almanya vê polîtîkaya xwe ya parêzeriya Tirkiyeyê berdewam neke. Bagci destnîşan kir ku heke Tirkiye paşve gavan nevêje, dê krîz hêj kûrtir bibe û dê têkiliyên wan xirabtir bibin û wiha axivî: "Ne pêkan e ku ev daxwaz bên pêşwazîkirin, ji ber ku OHAL heye."

'HEKE AMBARGO PÊK BÊ DÊ KARÊ TIRKIYEYÊ ZEHMETIR BIBE'

“Heke Almanya ambargoyê deyne dê karê Tirkiyeyê zehmetir bibe. Ne mumkun e ku Tirkiye mueyîdeyê bisepîne. Li vir 6 hezar û 500 fîrmayên Almanyayê hene. Di warê bazirganî de em yek ji wan partnerên herî mezin ê Almanyayê ne, partnerê 16'emîn in. Di warê bazirganiyê de partnerê me yê ewil jî Almanya ye. Yanî bêtenasubiyeke zêde heye. Li vir hêla hêzdar Almanya ye. 3 milyon mirovên me li wir in. Kozên di dest Almanyayê de hêzdartir in. Wisa dixuyê ku heta ku OHAL bidome dê têkilî xerabtir bibin. Hem têkiliyên her duyan hem jî yên bi YE'yê re dê xera bibin. Heke ev veguhere pirsgirêkeke kronîk, dê zaf talûke bibe. Ev ne rewşeke normal e. Çimkî ji destpêkê ve ya ku Tirkiye destek dikir Almanya bû.

Çareserî ew e ku, divê demildest Tirkiye ber bi demokratîkbûyînê ve biçe û OHAL bê rakirin. Heta ku OHAL neyê rakirin, dê ev pirsgirêk bidomin. Feraseta darazî ya almanan û feraseta darazî ya Tirkiyeyê li hev nakin. Konya-Încîrlîk hîn nan û xwêya vî tiştî ye. Endîşeya min ew e ku, heke Almanya bi muameleyeke wek a Rûsyayê nêzî Tirkiyeyê bibe dê rewş talûketir bibe. Heke Almanya ambargoyê deyne, dê Parlementoya Ewropayê (PE) jî ambargoyê deyne. Dê Tirkiye zirareke mezin bibîne. Ji Almanyayê turîst nayên. Îro jî (duh) di Rojnameya Bîldê de nûçeyeke nebaş heye. Yanî encam nebaş e."

OZCAN: DÊ HERÎ ZÊDE TIRKIYE BIXISIRE

Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navnetewî ya Zanîngeha Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê (TOBB) Ali Nihat Ozcan jî, wisa difikire ku ev krîzeke konjukturiyî ye. Li gor Ozcan, têkiliya vê krîzê bi hilbijartinên li Almanyayê re heye. Lê belê, wisa jî difikire ku ji hêlekê ve jî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê jî bûne sebeba vê krîzê û dê piştî demekê şûnde pirsgirêk bitewfe.

Ozcan, parast ku heke ambargoyeke aboriyî çêbibe, dê ev bandorê li her du welatan jî bike û wiha got: "Li vê cîhana ku piyaseya serbest serwerê wê ye, divê bê nîqaşkirin ka di ser şîrketan re dê bandora hikûmetan çi be. Bi vê re dixwazin bi çewsandinî bi ser Tirkiyeyê ve biçin. Têkiliyên aborî ji bo Tirkiyeyê girîng in. Di aboriyê de têkiliyeke asîmetrîk heye. Dê bandorê li her du aliyan jî bike, lê dê herî zêde Tirkiye bixisire."

Li gor Ozcan, ji bo çareserkirina krîzê Tirkiye li pişt deriyan hin hevdîtinan çêdike.