Kesên tev li ‘Nobeda Berxwedanê' dibin navê wan diyar bû

AMED – "Nobeda Berxwedayê" ya HDP'ê dê sibê piştî civîna komê dest pê bike, navên kesên beşdarê nobedê dibin diyar bû.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em Nesekinin, Jêre Bêjin Raweste, Faşîzmê Rawestînin", "Deklerasyona Çareseriya Demokratîk" a ji 9 xalan pêk dihat aşkera kir, di çarçoveya vê deklarasyonê de dê sibê li Parka Koşuyoluyê "Nobeda Berxwedanê" bide destpêkirin. Wekîlên ku tev li nobedê dibin navê wan hat aşkerakirin.

Nobeda Berxwedanê dê di navbera 25 û 31'ê Tîrmehê de bê li darxistin û dê qasî hefteyekê berdewam bike. Kesên ku beşdarî çalakiyê bibin navên wan wiha ne: "Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Wekîlên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Garo Paylan, Wekîlê Semsûrê Behçet Yildirim, Wekîlên Amedê Feleknaz Uca, Nîmettullha Erdogmuş, Ziya Pîr, Wekîlê Îzmîrê Muslum Dogan û Wekîla Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr.