Baydemîr: Emê edaletê bi berxwedana wîcdanî biparêzin

AMED - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di civîna Koma HDP'ê ya li Amedê hat lidarxistin de diyar kir ku 2 salin li Tirkiye li dijî azadî û demokrasiyê êrîşên dijwar hene. Baydemîr, anî ziman ku kombûna wan a li vir tevgera edalet û wîcdan e û wiha got: "Hebûna me ya li vir, hewldana parastina edaletê ya bi têkoşîna wîcdanî ye. Ji bo li dijî êrîşên hemû nirxên mirovahiyê em biqîrin em li vir in."

Partiya Demokratîk Gelan (HDP), yekem gava starta 9 xalên "Deklerasyona Çareseriya Demokratîk" bi silogana "Em ranewestin. Em bêjin raweste. Em faşîzmê rawestînin" bi civîna Koma HDP'e ya li Amedê dest pê kir. HDP'ê xwest civîna koma HDP'ê li Parka Ekîn Ceren a Peyasa Amedê pêk bîne. Berî HDP dest bi civîna komê bike polîsan park dorpêç kir. Polîsan der û dora parkê bi bariyeran dorpêç kir û destûr neda welatî beşdarî civîna kamo HDP'ê bibin. Piştî hevdîtina polîsan tenê destûr da wekîlên HDP'ê derbasî parkê bibin. Hin rêveberên HDP'ê û xebatkarên çapemleniyê ji piştî lêgerînê derbasî qada parkê bûn.

'QÊRÎNA ME LI DIJÎ ÊRÎŞÊN NIRXÊN MIROVAHIYÊ YE'

Di civîna koma HDP'ê de Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir, ewil silav da gelê Amedê ku xwest derbasî parkê bibin û polîsan nehişt derbasî parkê bibin. Dema Baydemîr dest bi axaftinê kir mele bang da. Baydemîr diyar kir ku mele li ser rastiyê bang dide û navber da axaftina xwe. Baydemîr, anî ziman ku hikûmetê di 2 salên dawiyê de êrîşên li dijî demokrasî û azadiyê zêde kirine û wiha got: Di vê germaya kerbela de çima em li vê qadê ne. "Dixwazin axa miriyan bavê ser vî gelî. Dixwazin hebûna vî gelê tune bikin. Dixwazin bi zordarî û tecrîdê vî gelî bi rêve bibin. Em li dijî vê zilmû zordariyê û ji bo parastina nirxên mirovan em biqirin em li vî qadê ne. Hebûna me ya livir di dijî zilmê ye."

'KERBELA DISPÊRIN ME'

Baydemîr, anî ziman ku di du salên dawî de hemû nirxên wan xistin bin piyan û wiha got: "Li ser vê erdnîgariyê demokrasiye û hemû nirxên mirovan xistin bin piyan. Hikûmetê demokrasî xistiye bin dorpêçê. Vîna gelê me ya ku em nûnertiya wê dikin bi destê hikûmetê hatiye dagirkirin. Em li dijî vê yekê ji bo em bang cemaweriya Tirkiye û cîhanê bikin û bikin qerîn em li vir in. Hewldana me têkoşîna wîcdanî ya edalete ye. "

Baydemir bertek nîşanî astengiya polîsan a ku hehiştin gel tekeve parkê da û wiha got: "Ev dorpêç rastiya Tirkiye nîşan dide. Ev dar bi ked û xwîna gel hatine çandin. Lê îro destûr nadin li bajarê ku ji sedî 70 deng girtiye civîna koma partiya xwe pêk binin. Nahêlin endam û rêvberên me têkevin vê parkê. Gel li vir di bin tecrîdê de dijî. Kerbelayê dispêre HDP'ê. Ger ku hûn bibin Yezid em sond dixwin em jî dê bibin Hz. Huseyin. Ger hûn bi biryar bin hûn bibin Franco û Hitler em jî dê bibin Qazi Muhammed, Şeyh Said, Mazlum Dogan."

'DIXWAZIN VÎNA 6.5 MÎLYON MIROV KELEPÇE BIKIN

Baydemir, anî ziman ku hevserok, hevşaredar û wekîlen wan hatine girtin û dixwazin bi vê zilmê vîna 6.5 milyon mirov kelepçe bikin. Baydemîr, anî ziman ku dawiya zilmê tune û mafê hilbijartin û bijartinê nayê kelepçekirin.

'NOBETA ME YA WÎCDANÎ JI BO GELÊ ROJAVA YE '

Baydemir, bal kişand ser hewldana Tirkiye ya ku dixwaze êrîşî Rojava bike jî û wiha berdewam kir: "Dixwazin zordestî û faşîzmê li ser me bimeşînin. Em li dijî faşîzmê wekhevî, azadî û biratiyê diparêzin. Em bi israr edalet û biratiyê diparêzin. Niha îktidar dijminantiya Rova dike. Ev çalakiya me ya nobeta wîcdan di heman demê de ji bo gelê Rojava ye jî. Em li vir bang li wîcdanê 80 milyon mirovên Tirkiye dikin. Hevserokên me yên giştî Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, wekîl û hevşaredarên me girtî ne. Heta wekîl û hevşaredarên me girtî be dê nobeta me ya edaletê jî bidome. "

HETA TECRÎDA LI SER OCALAN BIDOME DÊ TÊKOŞÎN BIDOME

Baydemîr bal kişand ser terşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan astengiya herî mezin a li pêş çareseriyê ye.
Tu amûra me ya tundiyê tune ye. Hûn tundiyê bikin jî em ji Amedê û Sûrê û ji wicdanê xwe serî li ber zilmê natewinin. Em li dijî faşizmê serî natewînin. Heta ku em faşîzmê rawestînin em dê li dijî faşîzmê têbikoşin. Çima hûn ji gelê ku edalet, wekhevî û rûmetê dixwazin ditirsin. Ji ber ku hûn ji aştiyê ditirsin. Dema aştî pêk bê êdî dê mirov neyên kuştin. Dema aştî pêk bê hewce bi OHAL'ê nabîne. Heta em vê rejîmê bi dawî bikin têkoşîna me ya Nobeta Edaletê dê bidome. Em ranawestin em dê faşizmê rawestînin. Heta kujerên bersûcên Cizîr, Sûr, Şirnex û Geverê bên darizandin û cezakirin têkoşîna me ye bidome û em ranawestin. Astengiya herî mezin a li pêş aştî û demokrasiyê tecrida li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan e.

EM RANAWESTIN EM DÊ BIDIN RAWESTANDIN

Baydemîr, herî dawî anî ziman ku tiştên li Amedê pêk tên û li Mescid-i Aksa ya Fîlîstînê pêk tên ji hev ne cudatir in û wiha got: "Em ancak faşîzmê bi têkoşîna demokratik a legal, wîcdanî, adîl, Gandivarî rawestînin. Ji ber vê yekê em ranawestin em dê bidin rawestandin. Em dê teqez li ser vê axê axtî, azadi, demokrasî û edaletê ava bikin."

Piştî civîna Koma HDP'ê wekîlan bertek nîşani dorpêçê dan û diyar kirin ku Amed bûye zindana vekirî û dest bi avêtina voltayan kirin.