Wezîrê Dadê: Kati Pirî kiye? Endamê rêxistinê ye?

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, pirsa Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a têkildarî astengkirina Raportorê Tirkiye yê Parlamentoya Ewropa (PE) Kati Pirî ya ziyareta girtîgehan bersivand û got: “Katî Pirî kiye? Endamê rêxistinê ye?”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê û Endama Komisyona Hiqûqê ya HDP’ê Meral Danış Beştaş, di axaftina butçeya 2017’an de ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî ku çima destûr nadin Raportorê Tirkiye yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Katî Pîrî biçe girtîgehan ziyaret bike. Li ser berteka Bozdag a “Hemû agahî derew in” Parlamenter Beştaş wiha got: “Raportorê Ewropa yê li Tirkiye Kati Pirî bi armanca işkenceya li girtîgehan lêkolîn bike hat Tirkiye. Xwezt li girtîgehan lêkolîn bike û girtîgehan ziyaret bike. Lê Katî Pîrî asteng kirin.” Di vê navberê de Wezîrê Dadê Bozdag bertek nîşan da û got: “ “Katî Pirî kiye? Endamê rêxistinê ye?” Navenda HDP’ê ev niqaşa navbera Meral Beştaş û Wezîr Bozdag wiha nivîsand: “Meral Danış Beştaş: Kati Pirî ji bo îşkenceya li girtîgehan lêkolîn bike hat Tirkiye. Lê hatina Pîrî hat astengkirin.
Bekir Bozdag: Katî Pirî kîye? Endama rêxistinê ye?”

Ev gotin derbasî girtekên meclîsê jî hatin kirin.