DBP, li 10 bajaran bi gel re dicive

AMED - Rêxistina DBP, di navbera 1-14'ê tebaxê de li 10 bajaran bi gel re tê cem hev û civînê gel pêk tine. Rêveberên DBP'ê diyar kirin ku yekem erka wan ewe ku bi gelê li destkeftiyên xwe xwedi derdikevin re bên cem hev e.

Partiya Herêmên Demokratik (DBP), piştî 4'emin Kongreya ku bi silogana “Bi Civaka Ronî Dibe Re Ber Bi Pêşeroja Azad Ve" pêk anî, biryar girt ku li 10 bajaran bi gel re bê cem hev. DBP'ê têkildarî bernameyê daxuyanî da û diyar kir ku di navbera 1-14'ê tebaxê de li 10 bajaran bi gel re tên cem hev.

Bernameya ku Hevserokê Giştî yê DBP Mehmet Arslan, endamên MYK û Meclîsê di navde li 10 bajar û navçeyan pêk binin wiha ye:

1 Tebax: Colemêrg, 2 Tebax: Wan, 4 Tebax: Mêrdîn, 5 Tebax: Şirnex, 6 Tebax: Êlih, 7 Tebax: Îzmîr, 9 Tebax: Stenbol, 12 Tebax; Edene, 13 Tebax; Dîlok, 14 Tebax Amed.

DBP, ji bilî van civînên gel dê di 30'ê Tîrmehê de li Sêrtê, di 4'ê Tebaxê de, li Erdexanê û Qersê, di 5'ê Tebaxê de jî Îdir û Agiriyê rêveberiyên bajaran ziyaret bike.