Wekilê HDP'ê Yildirim: Em di dema pêngav û berxwedanê de ne!

WAN - Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nadir Yildirim, diyar kir ku êdî serdema parastinê derbas bûye û ew ketine serdema berxwedanê. Yildirim, anî ziman ku berdêla wê çi dibe bila bibe dê çokê xwe li ber wan neşikînin û faşîzma Erdogan-Bahçelî bi teqezî têk bibin.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi dirûşma, ‘Em ranewestin, faşîzmê bidin rawestandin’ civîya. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nadir Yildirim di civînê de li ser rojevê axivî. Yildirim, bal kişand ser pêvajoyê û diyar kir ku êdî dema berxwedanê ye û wiha got: "Dema ku guherînê xwe ferz kir li pêşberî vê ti hêz nikare xwe ragire. Rewşa Tirkiyê jî ji vê ne bêrî ye. Jiyaneke demokratîk û azadîxwaz xwe ferz dike."

‘ÇAVSORIYA LI KURDAN WELAT XIST NAVA KAOSÊ’

Yildirim, di berdema axaftina xwe de bal kişand ser hişyariyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hemû hişyariyên Birêz Ocalan bûne rastî, mekanîka darbeyê sazkar bû. Bi taybetî jî redkirina encamên hilbijartinê ya 7’ê Hezîranê ya bi rengê darbeyê redkirina manîfesyona Birêz Ocalan e. Ji bo vê jî bi darbeya 7’ê Hezîranê li Tirkiyê qada siyaseta demokratîk yek bi yek hatin girtin.’’ Nadir bi domdarî wiha got, ‘’A ku Tirkiye anî vê rewşa berdest faşîzma di kodên desthilatdariya berdest de ye. Çavsoriya li Kurdan, qebûlnekirina azadiya Kurdan welat bire kaosê."

‘BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM ÇOKÊ XWE LI BER WAN NAŞIKÎNIN’

Yildirim, bal kişande ser polîtîkayên li ser partiya wan a bi armanca ku partiya wan tasfiye bikin û wiha berdewam kir: "Em bi rengekî vekirî û zelal dibêjin; di serî de partiya me, jin, ciwan, dayikên me li dijî her cure êrîşê li ber xwe dan û çokên xwe ne şikandin. Tenê tiştek heye ku em pê bawer in; berdêla wê çi dibe bila bibe em ê ti caran rajêrî wan nebin, ti caran çokên xwe li ber wan neşkînin. Dibe ku kêmasî, qelsiyên me hebin, lê divê gelê me vê bizanibe ku biryardariya me xwedî wê qudretê ye ku dikare dijmin têk bibe. Berdêla wê çi dibe bila bibe em biryardar in ku li ber xwe bidin. Ji vê hêlê ve ti derdê me yê wêrekiyê nîn e. Em ji gelê xwe bawer in, em ê bi gelê xwe re bi ser bikevin."

‘DIVÊ KESEK DUDULÎ NEBE’

Yildirim, ji her kesî xwest ku betir zelal tev bigerin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Êrîşa bi ser hêvî û wêrekityê de hê mezintir e. Rehîngirtina hevalên me, ji 5’ê Nîsanê ve domdarkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan êrîşên bi mebesta tecrîdkirina me ye. Li her deverê, li Meclîsê, li meydanan bi rengekî vekirî em dibêjin, ew ê têk biçin. Temenê desthilatdariya paşverû ya Erdogan û Bahçelî herî pir 6 meh in, lê çûna van wê ne wiha be. Ji ber ku ti desthilatdariyê bi qasî van di demeke kurt de ev qas sûc nekirine."

‘DEM DEMA BERXWEDANÊ YE'

Yildirim herî dawî berxedana Amedê jî silav kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em hevalên xwe yên ku li Amedê li ber xwe didin slav dikin. Bi astengkirina gelê me ji wan weye ku wê berxwedana me bişkînin. Ev nîşana wê ye ku heta bi mejiyê hestûyên xwe dilerizin. Bi vê bawerî û biryardariyê em ê têbikoşin, em ê bi teqezî bi ser bikevin, ew ê têk biçin. Em ê bibin xwedî helwesteke ku plansaziya serdema nû dikin. Ji bo vê jî em ji rexne û pêşniyaran re vekirî ne. Ango em îro ji bo ku li dijî faşîzma Erdogan û Bahçelî xwe biparêzin nîqaş nakin. Em ê nîqaş bikin bê ka em ê faşîzma Bahçelî û Erdogan çawa têk bibin. Li gel hemû planên têkşikandinê, tasfiyeyê em li ser piyan in. Êdî bes e! Dema pêngavê ye. Dema wê ye ku têkoşîn ber bi pêş ve biçe; faşîzm wê bicehime û biçe!"