STENBOL - Seroka Partiya Îtîfakên Pêşketî ya Finlandiya Li Andersson, bal kişand ser wekîlên HDP'ê û anî ziman ku ger ewropa ji ber penaberan ji bo HDP'iyên girtî dengê xwe nake rezaleta ewropa ye.
Seroka Partiya Îtîfakên Pêşketî ya Finlandiya Li Andersson, ji bo Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selehatîn Demîrtaş û parlamenterên HDP'ê yên girtî ziyaret bike tevî heyeta Îskandînavya hat Tirkiye. Heyeta ku west wekîlên HDP'ê yên girtî ziyaret bike 2 rojan çûn Edîrne û Kandira, lê rastî astengiya hikûmeta AKP'ê hatin. Heyet beyî bi wekîlên HDP'ê re hevditin bikin ji Tirkiye vegeriyan. Endama heyetê Li Andersson, berî vegere têkildarî helwesta Yekîtiya Ewropa ya li dijî girtina wekîlên HDP'ê ji dîhaberê re axivî. Andersson, helwesta YE'ê rexne kir û anî ziman ku ger ewropa ji ber penaberan li hemberî girtina parlamenterên HDP'ê bêdeng be rezaleta Ewropa ye. Andersson, heta niha gelek caran hat Tirkiye û li bajarên Kurdistanê ziyaret pêk anîn. Andersson, anî ziman ku ji bo parlamenterên HDP'ê yên girtî bên berdan hat Tirkiye û wiha got: "Em ji bo birêz Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ziyaret bikin hatin. Lê mixabin destûr nedan em hevdîtin bikin. Ji bo em vê pergala Tirkiye ya neyê qebûlkirin bibînin em hatin Tirkiyey. Me xwest helwesta xwe ya ku ev pêkanînên Tirkiye nayên qebûlkirin nîşan bidin. Em li parlamentoya Finlandiya bi wesîleyên cuda ketin nava piştevaniya bi wekîlan re."
BI DAYIKAN RE HATIN CEM HEV
Andersson, destnîşan kir ku ew bi dayikên zarokên ku di qedexeya Sûrê de jiyana xwe ji dest dan hatin cem hev û wiha got: "Ji bo em serxewtbûnekê çêkin em dê xebatên xwe berdewam bikin. Divê peymana penaberan di ber çavan re bê derbaskirin. Ger YE ji bo penaberan li hemberî girtina parlamenterên HDP'ê dengê xwe nake ev rezalet e. Bêdengiya Ewropa rezalet e. Peymana Penaberan ji bo YE'ê rezalet e. Divê li ser mafên mirovan kumar neyê lîstin. Peymana li ser penaberan hatiye îmzekirin şermek mezin e. Divê YE muzakereyên bi Tirkiye re rawestîne.
Ji bo em piştgiriyê bidin parlamenterên HDP'ê û bixwazin parlamenterên HDP'ê bên berdan em hatin vir. Ji bo mafê azadiyê, mafê azadiya ramanê û mafên mirovan em hatin vir."