AMED - Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr çapemeniya AKP'ê rexne kir û wiha got: “Hodrî meydan. Barîkatê rakin em bila heqîqet derkeve holê.”
Nobeta Edalet û Windanê ya HDP’ê di roja 5’an de li Amedê dewam kir. Berdevkê HDP’ê Baydemîr da zanîn ku ew çalakiya xwe ya roja 5’an diyariyê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan dikin ku ev serê 644 hefteyan e ji bo edaletê li qadan in û wiha axivî: “Wijdan heq e û edalet jî teceliye heq e. Em dayika Berdo bi bîr tînin. Bila baş bizanibin ku her du destên dayika Berfo di pêsîra faşîstan d eye. Nobeta Edalet û Wijdanê her du destên dayikên Berfo ne.”
Baydemîr balkişand ser daraza Tirkiye ya dijminatiyê bi gelê kurd û nûnerên gelê kurd re dike û mînaka doza Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş da. Baydemîr diyar kir ku Demîrtaş hê jî ji ber doza ku hatiye girtin nehatiye darizandin lê ji 60 dosyayên ku bêyî girtî tê darizandin îfadeyê dide.
Baydemîr destnîşan kir ku tu hêvî û bendewariyekje wan ji daraza Tirkiye tune ye û xwest Dadgeha Makeqanûnê qet nebe bila li gorî îçtîhadên xwe tevbigere û dawî li bêhiqûqiya girtîbûna Demîrtaş a 8 meh û 25 roj in berdewam dike bîne.
QEYÛM ECZIYET E
Baydemîr anî ziman ku bi rêya qeyûman desteserkirina şaredariyên kurdan jî nîşaneya ecziyeta hikumeta tirk nîşan dide û wiha axivî: “Şaredariyên ku bi rêya fikr nekarîn bi dest bixin rabûn bi qeyûman desteserkirin. Heke ku hûn ewqas ji nava xwe têr in kerem bikin em sindoqan daynin. Hûn bi ewqas şîrketan anketan didin çêkirin. Di wan anketên we de jî diyar dibe ku gel dê dîsa şaredariyan radestnî nûnerên xwe bike. Roja ku we qeyûm tayîn kir we wê rojê li vê derê winda kir.”
Baydemîr bertek nîşanî çapemeniya hikumeta tirk ku hewl dide nobetê reş bike jî wiha axivî: “Ev rojek du roj in çapemeniya çamûrê wêneyên vê qadê nîşan dide û îdia dike ku gel tevecuhê nîşanî çalakiyê nade. Heke hûn di gotina xwe de rast bin kav an barîkatan rabikin bila heqîqet derkeve holê.”
Baydemîr bal kişand serbestberdana çeteyên DAIŞ’ê jî ev gotin: “Hed û hesabê zilma DAIŞ’ê kul i vê erdnîgariyê pêk aniye tune ye lê li gel vê jî êrîşkarên DAIŞ’ê yên li Amedê, Pirsûs, Dîlokê komkujî pêk anîn yek bi yek tên berdan û parlamaner, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan tên girtin. Em niha vê pirsê dikin gelo we beriya van êrîşan hin soz dan van çeteyan. Di navbera we de hevdîtin hene?”