HDP'ê li Eyubkiyê kongreya xwe pêk anî

RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Eyyûbiye ya Rihayê bi beşdarbûyîna parlementerên HDP'ê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yîgitalp, diyar kir ku di dîrokê de hemû pergalên ku kurd qebûl nekirin û nasnekirine tev têk çûne.

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, bi beşdarbûyîna parlementerên HDP'ê û rêveberên HDP'ê li salona Dawetê ya Aksarayê 2'emin kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp, bal kişand ser destkeftiyên kurdan ên Rojava û anî ziman ku kurdan di encama têkoşîn û bedelên giran de ev destkeftî qezenç kirin û wiha got: "Hemû pergalên ku kurd qebûl nekirin têk çûn. Birêz Ocalan têkoşina Neteweya Demokratîk li Rojava bi ruh û can kir. Îro hemû cîhan kurdan nas dike. Bi tekoşîna kurdan a li dijî DAÎŞ'ê kurdan nas dikin. Li ser vê erdnîgariyê pergala ku bê jiyîn Neteweya Demokratîk e. Mîmarê vê yekê Birêz Ocalan e. Ji bo fikrên Ocalan belav nebe tecrîda li ser Ocalan giran kirin. Xwestin fikrên Ocalan bi ruh û ber nebin. Ji 5'ê Nîsanê û vir ve Ocalan di bin tecrîda giran de ye."

Kongre piştî axaftinan bi xwendina raporên xebat û lêçûnê bi dawî bû. Ji bo hevseroken HDP'ê yên navçeya Eyyubiyê Omer Bozdag û Hazal Çam hatin hilbijartin.