MÊRSÎN - Hîndekarê Zaningeha Mêrsînê Prof. Dr. Atilla Guney, ku ji ber îmze avêt protokola aştiyê hat dûrxwistin, diyar kir ku guhertina rêziknameya navxweyî her tiştî ji destê wekîlan digire û wiha got: "Ger sibê derdorê meclîsê dorpêç bikin divê hûn şaş nemînin."
Bi hevkariya îktîdara AKP -MHP'ê Rêziknameya navxweyi ya meclîsê di meclîsê re derbas bû û hat erêkirin. Guhertina rêziknameya navxweyî wekî "Bêdengkirina muxalifê"tê zanîn. Nerazîbûn û niqaşen li dijî guhertina rêziknameyê her diçin zêde dibin. Têkildarî guhertina rêziknameya meclîsê Hîndekar û Endamê Fakulteya Zanistiyên Îdarî û Îktîsadî yê Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Atilla Guney, diyar kir ku ewil bi destnedayîna wekîlan wekil wekiltî xist û niha jî bi guhertina rêziknameya navxweyî ya meclîsê bi temamî destnedayîna wekîlan ji holê radike û hemû wekîlên muxalif bê tesîr û bê wezîfe dihêle.
'DESTNEDAYÎNA KURSIYÊ JÎ RAKIRIN'
Gunay, anî ziman ku cewherê demokrasiya lîberal a Klasik li ser niqaşê hatiye avakirin û wiha got: "Parlamento ne tenê cihê çêkirina zagonan e. Gel bi riya wekîlên hilbijartine fikrên xwe, nerîn û rexneyên xwe tinin ziman. Dîsa daxwazên xwe bi riya wekîlan tînin ziman. Wekîl jî daxwaz, pêşniyar û nexneyên gel li kursiyê tine ziman. Ev qada parvekirina nerînên gel e. Lê bi guhertina vê rêziknameya navxweyî xuya dike ku îktîdar çend salin parlamento bi piranî xistiye deste xwe, dixwaze bi temamî rê li pêş fikra alternatif û muxalif bigire. Xuya dike ku bi temamî tehamuliya îktîdarê ji azadiya ramanê re tune ye. Bi guhertina reziknameyê dixwaze bi temamî destnedayîna wekîlan û kursiyê ji deste wan bigire. Bi vê guhertinê di bin navê heqareta li Serokomar û Serokwezîr dê kursiyê ji ji deste wekilan bigirin.
'DÊ DORA KURSIYÊ JÎ BI BARIYERAN BIGIRIN'
Guney, anî ziman ku wekîlên der barê pirsname, pêşniyarname û mijarên din de 10 deqeyan di axivîn dê ji niha û şûnde 5 deqîqeyan biaxivin û ji bo wekîlên din jî dê mafê axaftinê daxin 3 deqîqeyan û wiha got: "Ev yek dê taybetmendiya parlamento ku wekî qada niqaqan a pêşniyan û daxwazên gel li vir bînin ziman ji holê radibe. Hemû hêz û maf dikeve destê serokê meclîsê, Serokwezîr û Serokomar. Bi van guhertinê otorîterî di meclisê de jî serdest dibe. Peykerê mafê mirovan ê li Kolana Yukselê bînin bîna xwe. Ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Dîsa Civîna Koma HDP'ê ya 25'ê Tîrmehê li Amedê pêk anî bînin bîra xwe. Polîsan destûr neda gel û wekîl bên cem hev û bi hevre civîna komê çêkin. Polîsan bariyer xist navbera wekîlan û gel. Dê vê yekê sibê li dora kursiyê jî çêkin. Dê kursiyê bi bariyeran dorpêç bikin û dê destûr nedin wekîl derkevin kursiyê bi axivin.
Piştî pêvajoya çareseriyê hat xelaskiri şer hat destpêkirin. Piştî şer hewldana darbeyê û pêve OHAL ket meriyetê. Niha jî Reziknameya navxweyî ya meclîsê guhertin. Berî her tiştî bi tu awayî pêvajoya çareseriyê pêş neket. Bi awayeki din Hikûmeta Komara Tirkiye ne berî ya "Pêvajoya Aştiyê" û ne jî piştî wê tu carî armanc nekiriye ku bi awayekî mayinde pirsgirêka kurd bi riya aştiyê û demokrasiyê çraeser bike. Ji niha û şûnde jî nafikire. Ev di bingef û feraseta armanca avakirina damezirandina dewleta Tirkiye de heye.
Ya din tiştên ku di navbera 7'ê Heziranê û 1'ê Mijdara 2015'an de pêk hat li dijî parlamento û wekîlan darbeya siyasî ye. Ya din ji pişti hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo xwe rewa nîşan bidin darbeyek din phêk anîn. Yên îdîa dikin ku rastî darbeyê hatine, niha rewatiya wê bi niqaş e. Ji xwe ‘Reis’ vegot 'Ev lufta xwedê ye' Ji bo kê lutfa xwedê ye. 15'ê Tîrmehê bi awayektî fermî diroka mirina Kemalizmê ye. Pêşwexta 2023’an e.
Guney, anî ziman ku rewşa niha ya dijdemokratîk, totaliter nişan dide ku dê di demen pêş de bêtir totaliterî û serdestî xurttir bibe û wiha got: "Le divê bê zanin ku hemû zivaka ku ziman, bawerî, nijad û rengê wê çi dibe bila bibe ya li ser vê axê dijî sê nifşên xwe winda kirin. Ger ku sibê tamîrkirina wê bê kirin jî bi destxistina demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ancak di nava sed salan de pêk bê û ne hêzan e.
‘PROVOKATOR ÎKTİDAR BI XWE YE'
Guney, bal kişand ser Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê jî anî ziman ku parti û wekîlên ku ji bo welat ji rewşa kaosê rizgar bikin û li vî welatî edalet, wekhevî, demokrasî u mafên mirovan serdest bikin kar û erkek mezin dikeve ser milê wan. Di vê rewşa heyî ya kaosê provokatora herî mezin iktîdar bi xwe ye. Ji ber vê yekê divê teqez dest ji çalakiyên aştiyane û demokratîk bernedin û di van çalakiyan de heta dawî israr bikin. Her çend di demek kin de encam negire jî çalakiya HDP’ê ya Wîcdan û Edaletê girîng e.