AMED - HDP'ê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya 10 wekîlan li Parka Ekîn Ceren dest pê kiribûn îro bi dawî kirin û dewrî Stenbolê kirin.
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, bang li Erdogan kir û wiha got: "Em dê berxwedanê pêl bi pêl mezin bikin û li her derê Tirkiye belav bikin. Te êdî rewatiya xwe winda kir. Te dijminantiya kurdan kir. Li halê welat binere."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi silogana “Em ranawestin, Em bêjin Raweste. Em dê Faşizmê rewestinin" li Parka Ekîn Ceren a Amedê Nobeta Wîcdan û Edaletê di 25'ê Tirmehê de dabû destpêkirin. HDP'ê Nobeta Amedê di roja 7'emîn de bi daxuyaniyekê bi dawî kir û dewrî Stenbole kir. Nobet dê di 1'e Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Stenbolê berdewam bike. Çalakiya Nobetê ya li Parka Ekîn Ceren di bin dorpêç û bariyetên polîsan de dest pê kir û di bin bariyeran de bi dawî bû. Wekîlên HDP'ê yên tev li nobetê bûn berdilkên "Nobeta Wîcdan û Edaletê" li xwe kirin û lolîpopên “Ji Tecrîdê re na", “Ji bo her kesî edalet", “Em ranewestin, bidin rawestandin" li bilind kirin.
HDP'ê nobeta Ekîn Ceren bi daxuyaniyekê bi dawî kirin. Li ser navê wekilên HDP'ê Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir axivî. Baydemîr diyar kir ku 7 rojin Nobeta Wîcdan û Edaletê di bin dorpêça polîs û bariyerên polîsan de digirin û wiha got: "Ji hemû kesên piştgirî da Nobeta Wîcdan û Edaletê re silav. Ji Demirtaş, Çaglar Demirel, Îdris Baluken, şaredarên me yên girtî û siyasetmedarên girtî re hezar silav. Ez ji çapemeniya azad re spasiyên xwe dikim. Ji ber dorpêça çalakiyê aramiya nexweşên li nexweşxaneyê xera bû. Ez lêborîna xwe ji hemû nexweşan dixwazim. Roj bi roj dorpêça Nobeta Wîcdan û Edaletê zêde bû. Roj bi roj barîyer zêde kirin. Lê roj bi roj piştgirî û xwedîderektin jî zêde bû. Destûr nedan gel û wekîl bên cem hev. Ji bajarê ku ji sedî 70 dengê HDP'ê girtiye re dibêjin bajarê me ye. Lê her tişt qedexe kirin. Her tişt dorpêç kirin. Em ji Erdogan dipirsin. Tu çima ji gel ditirse. Em her dem li vir in. Em dê her dem li vir bin. Em azadiya gel dixwazin. Her netew dixwaze bi ziman, nasname û çanda xwe bijî. Lê Faşizm dixwaze bi tirsê û gefan vê rastiyê tune bike. Îro nobeta me dorpêç kirine û polîs ji dervê bajar anîne. Ev nîşan dide ku faşîzm têk çûye."
6 ROJAN HEVSEROKA KCD'Ê NEGIRTIN QADÊ
Baydemîr, anî ziman ku heta 6 rojan Hevseroka KCD'ê negirtin hundirê parkê û wiha got: "Me dikaribû tiştekî din bikirda. Lê em nehatin lîstikan. Ji bo hûn tecrîdê kur bikin me pêhn li masa aştî û muzakereyan xist. Vê yekê nîşan da ku hûn li vî welatî aştiyê naxwazin. Ji bo aştî pêş nekeve we tecrîd kûr kir."
AKP'ê WINDA KIR
Baydemîr bang li AKP'ê kir û wiha got: "Ey AKP, we berê xwe da polîtikayên şer û we winda kir. Bi hezaran mirov hatin vê parkê û xweztin daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman. Xwestin tecrîd bi dawî bibe. Derket holê ku tayînkirina qeyûmê re rewa ye. We vina gel gel xist zindanan. Wekîltiya 4 parlamenterên me xist. Ey Erdogan û ey hikûmet, milet berê xwe da me. Bila Gultan Kişanak jî heta kolana Sento derkeve bimeşe û bila Qeyûmê te jî derkeve. Millet bêje kî bila ew şaredar be. Bi tang, top û çekan bi zorê nabe. Beriya nobetê bi seda kes hatin binçavkirin û hêj di bin çavan de ne. Kesên xwestin piştgiriyê bidin me we ew binçav kirin. We wekîl, şaredar girtin. We hevserok girtin, lê hûn bi ser neketin, Niha jî hûn operasyona aloziyê pêş dixin. Hûn dibêjin gel qetiya. Em we hişyar dikin û dibêjin dest ji vê polîtikayê û vê hiqûqê berdin."
NOBET DÊ LI STENBOLÊ BIDOME
Baydemîr, anî ziman ku meclîs û edalet bûye wekî notera îktîdarê û wiha got: "Bi rêziknameya dawî êdî axaftina wekîlan ji hat qedexekirin. Ev Nobeta Wîcdan û Edaletê ji bo vê tariyê biçirîne. Em nobeta Wîcdan û Edaletê xelas nakin. Nobet dê li Stenbolê berdewam bike. Dê mezintir bibe. Pêl bi pêl dê mezin bibe û li her derê belav bibe. Em çalakiya xwe dewrî Stenbolê dikin.
Ey Erdogan; Demîrtaş, Yuksekdag û HDP rakîbên te yên siyasî ne. Tu hiqûqa dijminantiyê bi wan re dimeşîne. Êdî tu rewatiya te tune ye. Darbe bi ser neket. Lê niha tu darbeyê pêk tîne. Te rewatiya xwe winda kiri. Li halê welat binere. Tirkiye ji ber polîtîkayên te yên şaş nale nale. Sirf ji bo kurd nebin xwedî statu, tu bi DAİŞ, El Nusra re dibe şirîk.
Bi zorê mudaxaleyî Nuriye û Semih kirin û xistin odeyên cuda. Bi serê xwe nikarin bijin Dive bên berdan. Divê bi lezgin bên berdan û mafê wan bê dayîn. Ez bawer dikim ku dengê Wîcdan û Edaletê dê ji Amedê li her derê belavbibe. Dê bigêje milyonan.
Daxuyanî bi çepik û siloganan bi dawî bû. Piştî nobetê wekîl ji parqê derketin.