COLEMÊRG - HDP'î li Colemêrgê ku 3 parlamenterên wî jî girtîne, bi gel re hatin cem hev. Parlamentera HDP'ê Burcu Çelîk diyar kir ku dê hemû biryaran bi gel re bigirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Colemêrga ku 3 parlamenterên wî jî girtîne bi gel re hatin cem hev. Parlamenterên HDP'ê Burcu Çelîk, Lezgîn Botan û rêveberên DBP'ê li navenda bajar bi gel re hatin cem hev. Siyasetmedarên ku rastî eleqeya mezin hatin li baxçeyekî çayê rûniştin û bi gel re sohbet kirin, nêrînên gel girtin.
Parlementer Çelîk li vir axivî û diyar kir ku hemû biryarên dê bên girtin bi gel re bên girtin û wiha berdewam kir: "Îro pêkanînên wekî salên 90'an tên kirin. Rojnameger, akademîsyen hemû kesên ku dibêjin hûn şaşîtiyê dikin bêdeng dikin. Me tucaran paş ve gav neavêt. Îro em li Colemêrga ku Selma Irmak, Nihat Akdogan û Abdullah Zeydan piştî ku hatin girtin, berê jî hevşaredar hatibûn girtin û qayûm hat tayînkirin in. Li vir îradeya gel û saziyên me nedîtî ve tên. Heke hûn îradeya gelê Colemêrgê qebûl nakin, çareseriya we çi ye? Li vir daxwazên gel dê çawa bê çareserkirini. Me biryar girt. Xebat da rawestandin. Ji ber ku meclîs hatibû baypaskirin. Çareserî di siyaseta demokratîk de israr e. Çareserî ji qanûna bingehîn a gel xwe îfade dike derbas dibe. Ji ber vê yekê jî em ê çi bikin dê gel biryarê bide. Em hêvîdar in ku dê ji vî şaşîtiyê vegerin û aştiyê em ê bi hevre înşa bikin."