Wekîlê HDP'ê Onder: Em dê wekî aşûtê mezin bibin

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û 12 parlamenter, tevî astengiya polîsan jî ji avahiya HDP'ê ya Kadikoyê ber bi Parka Yogûtçû ve tevî girseya gel meşiyan û hatin Parka Yogurtuçu. Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ji girseya gel dorpêçkirî re axivî û got, "Em ê 'Nobeda Wijdan û Edaletê' pêl bi pêl bikin aşût û mezin bikin. Ne pêkan e ku pêşî lê bigirin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û 12 parlamenter, ji ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Kadikoyê heta Parka Yogûtçû meşiyan. Tevî nûnerên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk, hunermend û rewşenbîr bi wekîlan re meşiyan. Di meşê de dowîzên bi nivîsa "Mafê kedkaran nabe bê xespkirin" û "Destketiyên jinan nabe bên desteserkirin" hatin hildan û dirûşmên "Maf, hiqûq, edalet", "HDP gel e, gel li vir e" hatin qîrîn.

BIRYARDARIYA GEL, BEND JI HOLÊ RAKIR

Meşa ku bi tilîliyan dewam kir, li cihekî ku 100 metre mabû bigihêje Parka Yogûrtçû ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Wekîlên girtî rûmeta me ne" û "HDP gel e, gel li vir e" astengiya polîsan şermezar kir. Li ser biryardariya gel û piştî hevdîtina navbera heyeta HDP'ê û polîsan, polîsên Tirk bendên xwe rakirin. Girseya gel ji nû ve dest bi meşê kir, lê vê carê li ber parkê pêşî li gel hate birîn. Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder li vê derê ji gel re axivî û anî ziman, ku tevî hemû astengiyan jî 'Nobeda Wijdan û Edaletê' wê pêl bi pêl mezin bibe. Onder nerazîbûn nîşanî polîsên ku dor li parkê girtin, da.

ONDER: WÊ NIKARIBIN PÊŞÎ LÊ BIGIRIN

Onder da zanîn, medya AKP'ê dixwaze 'Nobeda Wijdan û Edaletê' bê qîmet bike û got, "Îsal di Newrozê de, sibê zû hatibûn qada Newrozê, wêneyê qadê kişandibûn û gotibûn 'ka gel'. Niha jî qada nobeda li Amedê veguherandin girtîgeha servekirî û gotin, 'HDP'yiyan banga çalakiya rûniştinê kirni, lê kes nehatin'. Îro feraseteke bi heman rengî li hemberî me heye. Em ê 'Nobeda Wijdan û Edaletê' pêl bi pêl mezin bikin."

Onder destnîşan kir, ku nobed wê ji bo aştîxwazan bibe cihekî girîng ê kombûna li hev û wiha dewam kir: "Nepêkan e ku karibin pêşî li vê bigirin. Welatiyekî bi tenê jî li vir bimîne, wê bibe deng, guh û çavê aştîxwazan. Ya ku ew pê nizanin ev e. Bijî piştevanî!"