STENBOL - Girseya ku xwest li Parka Yogurtçu beşdarî Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê bibe û rastî astengiyên polîsan hatin bi meşek girseyî helwesta polîsan şermezar kirin. HDP’iyan diyar kirin ku dê li djî astengiyên polisan heta dawiya nobetê her roj saet di 12.00’an de ji Qada Kalkedon heta Parka Yogurtçu bimeşin.
Nobeta Wîcdan û Edaletê ya ku HDP'ê li Parka Yogurçu ya Kadikoya Stenbolê da destpêkirin, bi astengiya polîsan a li pêş girseyê dest pê kir. Ji ber ku polîsan destûr neda girseya HDP'ê têkeve qada Nobetê, girsê astengiya polîsan bi meşekê şermezar kir. Girse ji Parkê qeta Qada Kalkedonê meşiyan û helwesta polîsan şermezar kirin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bi serê xwe serkeftin nabe, An bi hevre an qet", "Em dê bi berxwedanê biser bikevin" û "Her der Meclis her der berxwedan" berz kirin. Li ser navê girseya HDP'ê Serokê HDP'a Stenbolê Cengiz Çiçek daxuyanî da.
TECRÎD LI HER DERÊ YE
Çîçek, diyar kir ku di dîrokê de mesken û qadên berxwedanê yên bindestan diyar e û wiha got: "Ya muhîm em van qadên berxwedanê tije bikin. Ya girîng ewe ku em daxwazên xwe biqîrin û em berxwedana xwe biginin pêşeroja azad. Îro yekem çalakiya li Kadikoyê ye. Me xwest em vê peyamê bidin. We hemûyan dît wekîlên vî gelî tên tecrîd kirin. Polîtikaya tecrîdê ne tenê li zindanê li derve jî dimeşe. Hemû jiyana me li hundir û li derve dagir kiriye. Tişta para me dikeve em li her derê di ber xwe bidin û li her derê tercîdê perçe bikin.
EM BIBIN YEK DÊ FAŞÎZM ÇONG BIDE
Fînala Nobeta Wîcdan û Edaletê dê roja yekşemê li Kadikoyê pêk bê. Em dê heta we rojê, her roj saet di 12.00'an de ji Qada Kalkedon heta Parka Yogurtçu bimeşin. Ger ku polis me asteng bike jî em dê li her kolanan çalakiyan pêk bînin û em dê qat bi qat mezin bibin û van astengiyen li pêş xwe bişkinin. Qadikoy dê heft rojan bibe qada berxwedan û meşê."
WELATIYAN LI PIŞT BARÎKATAN PIŞTGIRÎ DA
Welatiyên ku nekaribûn tekevin Parka Yogurtçu jî li pişt bariyerên polîsan bi çepik û siloganan astengiyên polîsan şermezar kirin û piştgirî dan wekîlên HDP'ê yên ketin Nobeta Wîcdan û Edaletê.