COLEMÊRG – Hevserokê Giştî yê DBP’ê li Colemêrgê di civîna gel de axivî û wiha got: “Bila tu kes nebêje ‘Wê AKP ji bo kurdan gavên bixêr biavêje.’ Li kê dera cîhanê dibe bila bibe ew li hember hemû kurdan e.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşmeya “Bi civaka ronî dibe re ber bi pêşeroja azad ve” li Colemêrgê civîna gel li dar xist. Di saetên sibê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê û heyeta pê re li ser riya bejahiyê ji Wanê derbasî Colemêrgê bûn. Di têketina bajêr de heyeta DBP’ê ji aliye rêveberên DBP û HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê heyet derbasî avahiya Rêxistina DBP’a Colemêrgê bû û civîna gel li vir pêk anîn.
Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de ewil Hevserokê DBP’a Colemêrgê Suleyman Kanat axivî û xêrhatina mêvanan kir. Pişt re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan axivî û bal kişand ser pêkanîn û tedbîrên polîsan ên li bajêr û bertek nîşan da û got ku dixwazin bi vê rewşê beşdariya gel a civînê asteng bikin. Aslan bal kişand ser êrîşên AKP’ê û wiha got: “Ev hêz ne faşîzma AKP’ê ye hêza gelê Colemêrg û kurd dide nîşandan. Ji ber hêza gel ew qes ketine nav tirsê. Di nav salekî de bû 3 car ez têm Colemêrgê. Kesên ku qeyûm tayînî ser vîna gel kirine xwe wek hêza tekane dibînin. Lê belê 8 meh e cihek wek Colemêrgê ku biçûke hêj rêyên wê nehatine çêkirin.”
‘LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN ŞER DIKIN’
Arslan destnîşan kir ku dewlet li her deverê ji bo “pergala yek zilamî” xebat dide meşandin û hemû qanûn hatine binpêkirin. Arslan da zanîn ku tekane hêza ku li dijî faşîzma AKP’ê liberxwe didin gelê kurd û hêza muxalîf e û ji ber vê yekê jî du sale Erdogan li dijî kurdan şerê dijminahiya daye destpêkirin. Arslan diyar kir ku Erdogan û rejîma AKP li her deverî êrîşî destkeftiyên kurdan dike û behsa hevkariya DIAŞ, El Nusra, komên cihadîst û AKP’ê kir.
‘ERDOGAN NEYAREK SONDWARIYE’
Arslan bibîr xist ku AKP li dijî PDK û referanduma serxwebûnê ye û her gavê AKP’ê li dijî hebûna gelê kurd e. Arslan ev tişt got: “Ji ber ku Erdogan êrîşî kurdan dike ne li Ewropa ne jî li Rojhilata Navîn dostên wî neman. Erdogan neyarek kurdan ê sondxwariye. Ji bo desthilatdariya xwe kurdan tune dike. Ji ber ku dizane gelê kurd û tevgera wan azadiyê tu carî li hember êrîşan serî xwar nekiriye. Bila viya jî baş dizanibe ku dê gelê kurd serê xwe xwar neke.”
‘DÊ EFRÎN RUH BIKE YEK’
Arslan bal kişand ser êrîşên hikûmeta AKP’ê yên Efrînê û got ku dê hemû gelê kurd bi hev re li dijî êrîşên Efrînê wek ruhê Kobanê liberxwe bide.
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.