Sancar: Bi meşa xwe ya wêrekiyê em ê pêşî li faşîzmê bigirin!

STENBOL - PArlamenterê HDP'ê Mîthar Sancar, di Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Parka Yogurtçu de diyar kir ku ku li Tirkiyeyê edalet bi temamî têk çûye û wiha got: "Em dê bi meşa xwe ya wêrekî pêşî li faşîzma AKP'ê bigirin. Hemû hevalên me yên li her cihî li ber zilmê radibin, wê li hev bicivin."

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, di "Nobeda Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê ku piştî Amedê di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Stenbolê dest pêkir, geşedanên di rojevê de nirxand. Sancar diyar kir, desthilatdarî qîma xwe bi zext û qedexeyê ne aniye û niha nebaşî jî li vê yekê zêde kiriye. Sancar wiha got: "Li Tirkiyeyê em di demeke welê de ne, ku edalet bi temamî têk çûye. Êdî îroniyeke reş û tarî ye ku mirov qala edaletê bikin. Ji ber ku sîstemê edalet têk bir. Edalet ancax bi şiyar û daxwaza mazlûman dikare watedar bibe."

TAYBETMENDIYÊN RÊVEBERIYA FAŞÎST ZILM E

Sancar, da zanîn ku taybetmendiya bingehîn a sîstemên otorîter; zext, qedexe û zilm e û wiha dewam kir: "Lê belê, pira derbasbûna nava rêveberiya faşîst, nebaşî ye. Her rêveberiya otorîter ji ber xwe ve faşîst nabe. Eger nebaşî û zordarî lê bê zêdekirin, eger bi rengekî kêfî zext li mirovan bê kirin, hingî ev ê were wê wateyê ku wê rêveberiyê berê xwe daye faşîzmê."

Sancar, xwest her kes bala xwe bidin vê parkê û wiha lê zêde kir: "Bi hezaran polîsan bi bendan dor lê girtine. Xuya ye cihê yekane dara hişk a li parkê dane me. Qedexe heye, zilm heye û niha nebaşiyê jî davêjin ser. Ji çi ditirse? Sûcên xwe, neheqiyên kiriye, nebaşiyên kiriye gelekî zêde ye. Rêveberiyeke bi vî rengî ji liv û tevgereke biçûk a gel jî ditirse. Zane ku wê hesab bê pirsîn. Em ê vî hesabî bipirsin. Em ê bi hemû hêzên ji demokrasiyê bawer dikin, tevbigerin. Ne lazim e ku illehî mase bê danîn û tifaq bê kirin. Em ê vê yekîtiyê li kolanan, li parkan çêbikin. Ti civak nikare bê edaletî û nebaşiyeke ewqasî mezin rake. Wê teqez rêyeke derketina ji vê rewşê bibîne."

Sancar, herî dawî wiha got: "Rastî li dijî derewan, edalet li dijî zilm û talanê, wijdan li dijî nebaşiyê. Hemû dostên me yên li girtîgehê li dijî zilmê li ber xwe didin, hemû hevalên me yên li her cihî li ber zilmê radibin; em ê li hev bicivin û bi vê meşa xwe ya wêrekiyê pêşî li faşîzmê bigirin."