ENQERE - Şuraya Leşkeri ya Bilind di serokatiya Serokwezîr Binalî Yildirim de kom bûn. Di civîna li Qesra Çankaya pêk hat de serfermandarên Hêza Bejayî, Hêza Deryayî û hêza Hewayî hatin guhertin.
Şûreya Leşkerî ya Bilind li Qesra Çankaya di Serokatiya Serokwezîr Binali Yıldırim de li hev kom bûn. Civîna wan 4 saetan berdewam kir. Di civînê de serfermandarên Hêza Bejayî, Hêza Deryayî û hêza Hewayî hatin guhertin. Li şûna fermandarên berê ji bo Fermandariya Hêzên Bejayî Yaşar Guler, Serfermandariya Hêzên Deryayî Adnan Ozbal, ji bo Serfermandariya Hêzên Hewayî jî Hasan Kuçukakyuz hatin tayînkirin. Fermandarên hatin tayînkirin piştî erêkirina Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan dê bi raya giştî re bê parvekirin.