WAN - Civîna DBP'ê ya bi gel re piştî Colemêrgê li Wanê berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, di civînê de diyar kir ku ger kurd pergala xwe ava nekin dê ji zilm û komkujiyê rizgar nebin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi şîara “Bi Civaka Ronî dibe ber bi Pêşeroja Azad ve", dest bi civînên gel kir. DBP'ê piştî civîna li Colemêrgê civîna duyemîn li Wanê pêk anî. DBP'ê li Salona Dahwetê ya Şamdanê civîn pêk anî. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan, DBP, HDP, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din tev li civînê bûn. Li salona civînê pankarta "Bi Civaka Ronî dibe ber bi Pêşeroja Azad ve" hat daliqandin. Civinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Arslan, di civînê de bal kişand ser polîtîkayên li dijî gelê kurd û girîngiya rêxistinbûna gelê kurd. Arslan, anî ziman ku ev pêvajo li dijî hemû êrîşan serdema xwe bi rêxistinkirin, avakirina pergala xwe û berxwedanê ye. Arslan, anî ziman ku divê kurd êdî pergala xwe ava bikin û li her derê xwe bi rêxistin bikin û ger ku Kurt pergala xwe ava nekin dê nikaribin ji êrîş, zilm û komkujiyê rizgar bibin.
‘OCALAN XETA SOR A KURDAN
Arslan bal kişand ser rewşa Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî xwest tecrîda li ser Ocalan bi da wî bibe. Arslan, da zanîn ku Ocalan xeta sor a kurdan e û xwest hemû pêkaninên li ser Ocalan demek berî demekê bi dawî bibin.