ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji civîna Meclîsa HDP'ê re peyam şand û destnîşan kir ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî OHAL'ê tirsê pûç bikin û got: "Dibe hûn me bigirin. Lê hûn nikarin demokrasî û azadiyê bigirin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku di 4'ê mijdarê de hat binçavkirin û girtin, peyam ji civîna meclîsa HDP'ê re şand û diyar kir ku dê bi rengekî serketî ji nava vê pêvajoya zehmet derkevin û got, "Ji ber ku me bi vîn û baweriya xwe ya qewîn, bi ji holê rakirina astengiyan xwe afirandin û gihandin roja îro. Em her tim bi serbilindî ji nava her serdema tarî û zehmet derketin."
Yuksekdag di dewama peyama xwe de got, "Dibe ku dikarin me bigirin, lê belê nikarin demokrasî, azadî, xeyalên me yên aştiyê û têkoşîna me bigirin, asteng bikin. Dibe ku em girtî bin, lê xeyalên me, nêrînên me li nava jiyanê, li her kolanê û her cihî ye, xurt dibe, mezin dibe. Ji ber ku em ji wan kesan e ku li dijî zilmê, zordariyê û zextên faşîst ti carî teslîm nabin, heta dawiyê li ber xwe didin.
Di kampanya me ya berxwedan û têkoşîna dijî Rewşa Awarte de ji her kesî re serketinê dixwazim. Ez pê bawerim ku em ê bi vê kampanya xwe ya bi seferberî û ruhê 7'ê Hezîranê bimeşînin re, bi ser bikevin."
Yuksekdag diyar kir, ew bi xeta xwe ya berxwedan û têkoşînê re di soza demokrasî û azadiyê de li qonaxeke nû ne û got, "Bi kampanya xwe re em ê tarîtiya faşîzmê ji holê rakin û tirsê pûç bikin. Em ê gelên xwe bigihînin coşa ronahî, kêfxweşî û bextewariyê. Berdêlên ku em ê di vê oxirê de bidin, ji bo me cihê rûmetê ne."
Di dawiya peyama xwe de Yuksekdag got, "Bila hêvî hevrêyên we be. Em ê ji sedî sed bi ser bikevin. Serketin a me ye. HDP bi serbilindî li ser piyan e."