STENBOL – Serokê Rêxistina CHP’ê yê Stenbolê Cemal Canpolat çalakiya HDP’ê ya Nobeta Wijdan û Edaletê ziyaret kir. Canpolat diyar kir ku pêdiviya 80 milyon kes bi wijdan û edaletê heye û nobet ji bo herkesî derbasdare.
Çalakiya HDP’ê ya “Nobeta Wijdan û Edaletê” li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê didome û gelek kes jî diçin serdana çalakiyê. Serokê Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Cemal Canpolat jî nobetê ziyaret kir. Canpolat got ku êdî li Tirkiyê pêdiviya 80 milyon kes bi wijdan û edaletê heye.
‘NOBET JI BO HERKESÎ LAZIM E’
Canpolat diyar kir ku pêwîste li Tirkiyê “Serdema veqetandin” bi dawî bibe û wiha got: “Êdî hem ji bo aştî û hem jî ji bo demokrasî pêk were divê her du alî jî bên cem hev. Bi hezaran salan eli ser vê axê xwîn û hêsirên çavan diherikin. Divê ku dawî li dema kîndarî û hêrsê bê.”
Canpolat “Meşa Edaletê” ya CHP’ê bibîr xist û wiha domand: “Meşa partiya me ji bo 80 milyon kesî derbasdare. Em ji bo piştgiriya parlamenterên HDP’ê hatin ziyaretê. Çalakiya HDP’ê jî ji bo herkesî derbasdar e. Em ê ji bo aştî û demokrasiye bi hev re têkoşînê xurtir bikin. Ji bo ev têkoşîn hin mezintir bibe divê em bêtir têkoşînê bidin meşandin.”
‘EM DESTEK DIDIN HDP’Ê’
Canpolat ev tişt got: “Hevserok, parlamenter, hevşaredar û bi hezaran endam û rêveberên partiyek 6 milyon deng girtiye hêj girtî ne. Tiştek wek daxwaza aştî û demokrasiye xwezayî nîne. Em jî destekê didin HDP’ê.”
DÊ ÇALAKIYÊN EDALETÊ DEWAM BIKIN
Canpolat derbarê gavên CHP’ê yên piştî “Meşa Edaletê” biavêje jî agahî dan û got ku ew ê ji bo pirsgirêkên edalet û demokrasiyê li Çanakkaleyê çalakiya edaletê li darbixin û ji bo herkesî edalet û demokrasiyê daxwaz bikin.