Ji Erdogan û Yildirim daxuyanî

STENBOL - Serokomar Tayip Erdogan têkildarî êrîşa li Beşîktaşê li dijî polîsan pêk hat diyar kir ku der barê cureyên teqemeniyê de lêkolîn dikin. Serokwezîr Binalî Yildirim jî diyar kir ku îhtimalek mezin PKK êrîş pêk anîye.

Serokomar Recep Tayip Erdogan, piştî êrîşa li dijî polîsên hêzên çevîk a li Beşiktaşa Stenbolê pêk hat û 30 polîs mirin li Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Hasekî birîndar ziyaret kirin. Erdogan piştî ziyaretê li ber deriyê nexweşxaneyê daxuyanî da. Erdogan, anî ziman ku di êrîşê de 38 kesan jiyana xwe ji dest daye û 155 kes birîndar bûne û wiha got: "Em dê li dijî vê belaya terorê heta dawî têbikoşin. Me kefenê xwe xist destê xwe û em derketin rê. Ew dê betelên girantir bidin. Em niha li ser cureyê teqemeniyê lêkolîn dikin.Wezîrê Karên Hundir piştî lêkolînê dê daxuyaniya pêwist bide.”

SEROKWEZÎR: ÎHTÎMALEK MEZIN PKK’Ê KIRIYE

Di derketina nexweşxaneyê de Serokwezîr Binalî Yildirim têkildarî êrîşê axivî û got: “Îhtimalek mezin PKK’ê kiriye. Em dê qat bi qat bersîv bidin vê êrîşê. Dê xwîna şehîdê me li erdê nemîne.”