Onder: Ferqa we ji 12’ê Îlonê 55 kes e

STENBOL- Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder di Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê de diyar kir ku di 12’ê Îlonê de destûr nedidan ji 5 kesan zêdetir mirov bên cem hev û wiha got: “Niha jî dibêjin li hundirê parkê zêdetirî 60 kesan nikarin kom bibin. Ferqa vî îktîdarî û ya 12’ê Îlonê 55 kes in.”

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê li Parka Yogurtçu ya Stenbolê di roja 3'emîn de berdewam dike. Serdanên piştgiriyê jî didomin. Parlamenterên HDP’ê têkildarî mijarên rojevê axivîn. Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, parlamenter Ayşe Acar Başaran û Sîbel Yîgîtalp têkildarî komkujiya Şengalê axivîn. Piştî rêzgirtinê Başaran daxuyanî xwend.

Piştre jî parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder daxuyaniya rojê da. Onder bal kişand li ser dorpêça parkê û nirxandina “Em li girtîgehekî ne” kir. Onder got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbe ji berê ve îfade kiribû û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan bal kişandibû li ser vê , tenê agahî jî neda rê nîşan da. Aştiya edil û wekhev dê çawa bê parastin nîşanî hemû welatên herêmê da. Ocalan mehkûmê sîstema Îmraliyê kirin. Ez dixwazim bibêjim ku ev nayê qebûlkirin û nêzîkatila li hemberî Birêz Ocalan nêzîkatiya li gelên Tirkiyeyê û aştiyê ye. Em jî dewlet jî hişyar kiribû. Me çiqas hewl da jî di vî mijarê de peywira xwe baş bi cih neanî. Di warê fikri dê me tam amadekarî nekiriye. Yên din jî berpirsyariya îktîdarê bû.”

TECRÎD GIRAN KIRIN

Onder destnîşan kir ku ewil tecrîda Îmraliyê hat girankirin û gel ji siyaseta sivîl hat durxistin û wiha berdewam kir: “tecrîda Îmraliyê giran kirin. Qanûnên xwe jî bin pê kirin. Ewil şaredarî, parlamenter û endamên ku bûn parçeyekî operayona qirkirina siyasî.”
Onder got ku 12’ê Îlonê bi biryarnameyan ve 5 kesan zêdetir nedihîşt mirov bên cem hev, ev dibû sedama binçavkirinê û hiwa axivî: “Niha jî dibêjin zêdetirî 60 kesan divê neyên cem hev. Di navbera vî îktîdarê û 12’ê Îlonê 55 kes in.”
Onder destnîşan kir ku merhaleya heyî ne serdestiya îktîdarê asta berxwedana li hemberî îktîdarê nîşan dide û wiha got: “Berxwedana mazlûman hêza xwe ji yekitiyê digire. Tu tank û top nikare vê. Em ji tecrubeyên cihanê dizanin. Em ê jî wisa bikin. Ev ji bo dîrokê deyn û berpirsyariya me ye.”

Onder herî dawî wiha got: “Ger ku hûn naxwazin hêviya me ye bihevrejiyanê ji holê narebe tecrîda li Îmraliyê nakin. Di pêvajoya muzakereyê de me fragmana aştî û demokrasiyê bi hev re dîtibû. Ew fragman ewqas xweşik bû ku, dê aştî bixwe çawa be hemû derûdorên li Tirkiyeyê ev dîtin. Hûn nikarin mirovên ku fêrî tiştên baş bûne li tiştên nebaş razî bikin.”