STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Celal Dogan, diyar kir ku Tirkiye di warê darazê de di polê de maye û wiha got: "Rejîma 12'ê Îlonê bi rêjeyeke ji sedî 93'yan qanûneke bingehîn anî. Lê dema Kenan Evren ji vê cîhanê koç kir, 3 kesên ku li pişt wî fatîheyê bixwînin nedît. Ji ber vê yên mayînde demokrasî û demokrat in."
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Celal Dogan, Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Kadikoya Stenbolê didome nirxand. Dogan, got ku Tirkiye di warê edaletê de di polê de maye û yên mayînde demokrasî û demokrat in.
'JI GIRTÎGEHEKE TENG BER BI GIRTÎGEHEKE FIREH'
Dogan, dest nîşan kir ku yek ji riyên herî girîng ên lêgerîna li maf jî amûrên ragihandinê yên girseyî ne û wiha got: "Di çapemeniya berbelav de ne mafê HDP'ê yê ku xwe vebêje heye û ne jî ev maf ji bo wê tê dayîn. Lê belê, tenê hin qenalên ku di şert û mercên zehmet de li derveyî welat weşanên xwe dikin dibin bersiva van daxwazên me. Ew jî tenê xîtabî derdoreke civakê dikin. Me pêdiviya xwe ya ku em dengê xwe bi çapemeniyê ragihînin winda kir. Em hewl didin biçin nav civakê, lê belê di dema OHAL'ê û beriya wê de êrîş li mîtîngên me tên kirin an jî tên qedexekirin. Niha li Tirkiyeyê nav parkan maye. Parlementerên HDP'ê ji girtîgeheke teng ber bi girtîgeheke fireh feraseta karîkaturî ya Tirkiyeyê nîşan didin."
'DÊ TIRKIYE JI VÊ NÊVENGÊ RIZGAR BIBE'
Dogan, balê kişand ser dorpêçkirina li parkê û wiha axivî: "Çalakiya li vir zaf cuda ye. Hûn piştî meşeke 200-300 metreyî şûnde hîn digihên hevalan. Hema bêje têketina gel ne mumkun e. A rast ji bo mirovên li hawirdorê nerihet bibin çi ji destê wan hatiye kirine. Rewşa ku em tê de ne ne dîmeneke kêfxweşiyê ye. Înşelleh dê Tirkiye ji vê nêvengê rizgar bibe."
'TIRKIYE DI POLÊ DE MAYE'
Dogan, dest nîşan kir ku hemû partiyên siyasyî yên dikevin hilbijartinê diyar dikin ku li Tirkiyeyê edalet ne serbixwe ye û partiyên dibin îktîdar jî vê bêedaletiyê bi kar tînin û wiha domand: "Kesên dema pêdiviya wan ji bo edaletê hebe li edaletê digerin, lê dema edalet ji bo kesî lazim be edaletê serbixwe û bêalî nakin, niha edaletê îdare dikin. Ji ber vê Tirkiye di warê edaletê de di polê de maye. Pakîstan, Afganîstan û Afrîkaya Bakur di warê serbixwebûna darazê de polê derbas kirine. Yên me di polê de mane. Çimkî, dadwer bi awayekî serbixwe biryarê nadin. Ji ber biryarên ku dide tê lêpirsînkirin."
'YA MAYÎNDE DEMOKRASÎ YE'
Dogan balê kişand ser zor û zehmetiya demokrasiyê û wiha axivî: "Demokrasî karê daxwazê ye. Dema nebe daxwazeke civakiyî, dê mafê jiyanê yên ku hûn dixwazin nede we. Ji ber vê dê civak doza mafên xwe bike. Di vê daxwazê de ez behsa cebîr û şidetê nakim. Dê li Tirkiyeyê mirov biçin ser sandoqê, dê bi bêîteatiyên sivîl li mafên xwe bigerin. Yanî dê daxwazên xwe yên demokrasiyê bînin ziman. Riyeke din a lêgerîna maf jî berxwedanên demokratîk e. Ne şert e ku ev berxwedan xwe bispêrin şidetê. Bêyî şidetê jî demokrasî tê parastin. "Rejîma 12'ê Îlonê bi rêjeyeke ji sedî 93'yan qanûneke bingehîn anî. Lê dema Kenan Evren ji vê cîhanê koç kir, 3 kesên ku li pişt wî fatîheyê bixwînin nedît. Ji ber vê yên mayînde demokrasî û demokrat in."