STENBOL – Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy di Nobeta Wijdan û Edaletê ya partiya xwe de wiha got: “Erdogan û hikûmet ên ku li cîhanê hatine tecrîtkirin, li hûndir polîtîkaya tecrîtê pêk tînin. Divê Erdogan dev ji van hewldanên xwe yên beyhûde berde.”
Çalakiya “Nobeda Wijdan û Edaletê” ya HDP'ê ku li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê dabû destpêkirin didome. Wekîlên HDP’ê yên di çalakiyê de civîna çapemeniyê ya rojane lidar xistin. Di daxuyaniyê de Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar û Parlementerê HDP’ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy axivî.
Ozsoy destnîşan kir ku Erdogan li cîhanê bi tenê maye û got, "Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Erdogan dorfireh dibe. Berdêla ve tecrîdkirinê jî gel dide. Erdogan ê ku li cîhanê tecrîd bûye, ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne li hundir polîtîkaya tecrîdê dimeşîne. Lê belê tu desthilatdarî bi zilm û zordariyê li ser piyan nemaye. Desthilatdarên xurt, ew desthilatdar in ku nayên dîtin. Ji ber ku ji aliyê gel ve hatine pejirandin."
‘CÎHAN TEV BI TIR’ÊN MÎT'Ê DIZANE’
Ozsoy bibîr xist ku beriya niha bi demekê nêz Erdogan ji Demîrtaş re gotibû “terorîst” û wiha dewam kir: "Lê belê ya ku em li derve dibînin ev e; Erdogan yekane lîder e ku li cîhanê destekê dide terorîzmê. Cîhan tev bi TIR’ên MÎT'ê dizane, têkiliyên wan ên li Rojava kete navê tê zanîn. Tenê ji bo dijberiya li Kurdan bike, li Sûriyeyê ketiye nava çiravê. Hêj du roj berê McGurk Tirkiye sûcdar kir ku destûrê dide lîderên El Nûsra ji sînor derbas bibe."
Ozsoy da zanîn, ku demeke dirêj e di navbera DYA û Erdogan de nakokî li ser Rojava heye û wiha lê zêde kir: “Hemû hewldanên Erdogan ji bo wê ye ku kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî mafekê. Wekî din polîtîkayeke xwe nîne. Gelek caran got 'ya em ya jî ew.’ Her tim jî di binî de ma. Li şûna ku carekê aqlê xwe bîne serê xwe û hewl bide bi Kurdan re têkiliyeke dostane deyne, rabû têkiliyên bi DYA re tevlîhev kir."
‘KES NAXWAZE RÛYÊ ERDOGAN BIBÎNE’
Ozsoy bal kişand ser krîza kûr a bi Ewropayê re û wiha axivî: “Tirkiye xist pêvajoya şopandinê. Ev tê vê wateyê. Li ber çavên Ewropayê Tirkiye dewleteke demokrasî û hiqûqê nîne. Şerê ku Erdogan timî bi Ewropayê re dike êdî rê li ber rewşeke bêzariyê vekiriye. Li Ewropayê kes naxwaze dengê Erdogan bibihîze, kes naxwaze rûyê wî bibîne. Hikumet bi vî mejî biçe, wê piştî hilbijartinên 25'ê Îlonê yên li Elmanyayê pêkanînên gelekî giran bibîne. Fatûraya vê jî wê ji aliyê her kesî ve bê dayin. Em hêvîdar in wê Erdogan aqlê xwe bîne serê xwe. Di rewşeke berevajî de wê civak tev bikeve nava rewşeke zor û zehmet."
‘MAKÎNEYEK PROPAGANDAYÊ HEYE’
Ozsoy bal kişand ser îdiayên ku hikumet dibêje wan têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re baş kiriye û wiha pê de çû: “Ev ne rast e. Rûsyayê Tirkiye xistiye nava kefa destê xwe. Operasyona Efrînê di rojevê de bû, leşker li ser sînor bi cih kirin. Lê belê DYA piştgiriya xwe ji artêşa azad vekişand. El Nûsra, koma Ahrar ûş Şam ku Tirkiye piştgiriyê dide wê, ji Îdlibê derxist. Niha Erdogan li ber Rûsyayê digere û di mijara Efrînê de zemînekê dixwaze. Rûsya hê firingiyan jî nakire. Lê belê di medya AKP'ê her gavê dibêje 'Dostê me Pûtîn, dostê me Pûtîn'. Li holê makîneyeke propagandayê heye."
‘TENÊ DOSTEK MAYE EW JÎ QATAR E’
Ozsoy di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Rewş wisa trajîk e; Tirkiye hem bi Îranê re pirsgirêkan dijî hem jî bi Erebîstana Siûdî re ku Îran û Erebîstana Siûdî hevrikên hev in. Tenê dostekî xwe li Rojhilata Navîn maye, ew jî Qatar e."