DBP: Em dê xwe bigînin hemû kesên azadîxwaz

MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan di civina gel a Mêrdînê de bal kişand ser qedexeya û astengiyên li pêş gel û diyar kir ku ew dê qedexeyan nas nakin û xwe biginin hemû kesên azadiyê dixwaze û ji bo Azadiya Ocalan tê dikoşe.

Partiya Herêmên Demokratik (DBP), ziyareta bajaran û civîna bi gel re berdem dike. DBP'ê di çarçoveya bernameya xwe ya 10 bajaran de li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê civiyan. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, endamên MYK û PM’ê ya DBP’ê, endam û rêveberên rêxistina DBP’ê yên navçe û bajar ên Mêrdînê tev li civîna gel bûn. Di civînê de Arslan axivî û bal kişand ser qedexe û ablukaya li ser civînê û wiha got: “Li Mêrdînê bi sedema qedexeya walî, me nekarî di cihek firehtir yan jî ji derve civîna xwe li darbixin. Her çendî ji bo siyateta demokratik a tevgera kurd dixwazin astengan derbixin jî, ji bo kesekî be jî emê tu bernameyên xwe nerawestînin. Li ku kesek ji bo azadî û Rêber Apo lêbide emê we bigihîninê.”

‘KURD LI DIJÎ YEK ZIMANÎ DI BER XWE DIDIN'

Aslan bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yê li hemberî siyasta kurd û wiha got: “Pirsgirêka azadî û aştiyê ji avabuna dewleta tirk heya niha wek birînek qalik negirtiye. Niha jî ji ber ku azadî û aştî di pêvajoya AKP’ê de tune ye, tenê xwîn û şer dide meşandin. Ev jî herî zede dikeve paya gelê mezlum ê kurd. Ji ber ku gelê kurd li hemberî rejîjma yek zilamî li berxwe didin û nahêlin bibe sazî, AKP jî êrîşî gelê kurd dike. Lê gelê me ji ber zilma AKP’ê dest ji tekoşîna xwe bernade. Gelê me hertim li ber xwe da. Li Kobanî, Cizîrê, Surê, Nisêbînê li berxwedan û hişmendiya AKP’ê vale derxist, lewma AKP êrîşî kurdan dike. Êdî li hemberî berxwedana kurd komara tirk nikare xwe li ser piyan bigire. Ji ber kete nava derneketinekî de hemû tişt kirin destê kesekî. Kesê ku dihizirin bi kuştina kurd bigihin cihekî vale derketin. Cizîr, Sur Nisêbîn li berxwe da û zihniyeta AKPê vale derxist. Lewma ev qas êrîşî kurdan dike. Ji bo berxwedana kurdan êdî Komara Tirk nikare xwe swer lindê xwe bigire. Kesên ku dihizirîn bi kuştina ciwanê kurdan dê bigihin cihekî vale derketin.”

‘RPOJEYA SEROK APO ARAMÎ DABÛ CIVAKÊ’

Arslan li ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Hevîtinên 2013-2015 ên Birêz Ocalan di civakê de aramiyek pêş xist. AKP dihizirî ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re di nava civakê de beramberî nebine, lê dewletê bi xwe dît ku muxatabê aştiyê Ocalan e. Lê AKP nebû bersîv û her der kir qada şer. Emê çalakliyê xwe pêkbînin. AKP gel vedixîne mitingên demokrasiye, CHP li hemû welat digere pirsgirêk nîne. Lê dema dor tê kurdan di cihek girtî de jî asteng dikin. AKP'ê li Amedê û li Stenbolê çalakiya HDP'ê dorpêç dike. Ev dijminantiya wê nîşan dide. Em dixwazin kurd li Rojhilata Navîn bibe xwedî statu. Em dixwazin xweserya kurdan bê nasîn û rê li pêş bê vekirin. Ji bo ronîkirina Xweseriya Demokratîk emê perwerdeyê bidin gel. Ji bo di sedsala 21 an de kurd bibin xwedî statü divê ji bo vê jî destpêkê yekgirtina kurdan pêwîste. Civaka kurd ji bo azadiya xwe dimirin gele. Ne tenê ji bo azadiya xwe, azadiya gelen kêmnetew ên di rojhilata navîn de . Hêviya me ji dewletê netew nîne, dê kurd bi xwe vê biryarê bidin. Me heta niha li Kurdistanê bi 2 parî kar dikir û xebatên xwe di bin sêwana HDPê de rêkûpêk dikir. Lê ji bo ev zede tir bibe bersiv divê em bixwe xwe bigirin dest. Emê xebatên xwe yên siyaseta rojane û civakî bi HDP û xebatên perwede û ronîkirinê jî bi DBP’ê rêvebibi.”

‘WEKE KOBAN Û ŞENGALÊ EM DÊ LI HER DERÊ ÊRÎŞAN BIŞKÎNIN'

Arslan, herî dawî qala statuya kurdan a li cîhanê kir wiha bi dawî kir: “Îro hêza kurd li cîhanê tê nasîn. Mînaka herî mezin li gel hemû polîtîkayên qirêj ên AKP’ê jî ji ber YPG-YPJ nexwest Tirkiye di pêngava Rakkayê de cih bigire Tirkiye yê cih negirt. 3’ê tebaxê çi çeteyên girêj heyî di bin qilifê DAÎŞ’ê de êrîşî kurdên herî mazlum ê Şengalê kir. Her çiqas qilif DAÎŞ jî be çeteyên qirêj ên wek AKP’ê jî d nav de cih girtin. Li ser gelê êzîdî mesajek da gelê kurd, di kesayetiya jinên Şengalê de êrîşî jinên pêşeng ên tekoşîna kurd kirin. Lê çiqas ev hişmediya bêexlaq êrîşî gelê kurd kir jî. Lê he çiqas kurd bi vê hişmediya bê exlaq re ru bi ru mabin jî hereketa kurd li ber xwe da û jinên êzîdî ji destê DAÎŞ’ê rizgar dikin. Li ku dibe bila bibe emê xwedî li destkeftiyên kurdan derbikevin. Çawa ku êrîşên çeteyan li Şengal û Kobanê bi yekgirtina kurd û xwedî derketina kurdan li Serok Apo şikest dê li her cihî ev êrîş bên şikandin.”