STENBOL - Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu di Nobeta Wijdan û Edaletê de axivî û wiha got: “Jin dê vî welatî ji nû ve bi destên xwe ava bikin.”
Çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê di roja 5'emîn de berdewam dike. Di daxuyaniya çapemeniyê ya îro de Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu axivî.
'CIHÊ EDALET LÊ TUNE BE DÎWAR BILIND DIBIN’
Kerestecîoglu destnîşan kir ku li cihê edalet lê tune be li wir girtîgehên mezin tên avakirin û wiha got: “Li vî welatî dorpêçkirina parlamenteran a bi bariyer, maşîneyên zirxî û polîsan nîşaneya tunebûna edaletê ye. Her çiqas edalet kêm dibe dîwar bilind dibin. Ev 5 roje em li vê parke ne. Lê belê baş bawer bibin kesek di Qesrê de reher ranazê. Aha ev hemû bariyer ji ber vê yekê danîne dora me. Ev 5 roje edalet û wijdan hatiye qedexekirin.”
'DÊ KURSÎ YÊ JINAN BE’
Kerestecîoglu da zanîn ku dê îro nobeta wan ziyaret bikin û got: “Em ê îro di nobetê de behsa têkoşîna jinê û tundiya li ser jinê bikin. Ev der kursiyê jinane. Jin dê bi enyad û derziyên xwe xumrî bikevin parke. Lê dîsa dê maşîneyên polîsan wan pêşwazî bikin.”
'DERZIYÊN XUMRÎ BI ME RE NE’
Kerestecîoglu di berdewama axaftina xwe de behsa têkoşîna jinên femînst kir û got ku yekemin car di sala 1989’an de komek jinên femînst bi derziyên xwe çalakiyên mor li darxistibûn û ev têkoşîna wan derziyên xumrî didome û derziyên wan xumrî di berîkên wan de ne. Kerestecîoglu bal kişand ser qetilkirin û êrişên zayendî yên li ser jinan û îstîmara zayendî ya li hember zarokan û polîtîkaya AKP’ê ya di derbarê jin û zarokan de renxe kir.
'WÊ JIN AVA BIKIN’
Kerestecîoglu da zanîn ku heta jin û civak azad bibe dê têkoşîna wan a azadî, edalet û demokrasiye berdewam bike û ew ê feraseta baviksalar a zilaman têk bibin. Kerestecîoglu anî ziman ku dê jin vî welatî ji nû ve bi destên xwe ava bikin.
Daxuyanî bi slogana “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.