Kerestecioglu: Divê em destkeftiyên xwe bidin ser hev

STENBOL - Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû, Nobeta Wijdan û Edaletê ku dê îro li Parka Yogûrtçûyê bi dawî bibe nirxand û wiha got: "Stenbolê piştevaniyeke xweş kir. Wisa difikirim ku dê Wan jî heman piştevaniyê bike. Divê em destkeftiyên xwe têxin ser hev."

Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Stenbolê nirxand. Kerestecîoglû, anî ziman ku li gel hemû barîkat û bi sedan polîsî jî gel bû piştevan û ev yek girîng e. Kerestecîoglû spasiya hemû kesên piştevaniya nobetê kir. Kerestecioglu tewra polîsan a li hemberî nobetê rexne kir û wiha got: "Qaşo di bin navê ewlehiyê de hevdîtina me ya bi gel re ji xwe re kirin hedef. Ez vê yekê wek qedexekirina siyaseta demokratîk bi nav dikim. Wek qedexekirina fealiyetên sêyemîn partiya mezin a welat dibînim."

Kerestecîoglû 5 rojên nobetê wek "hevdîtineke mezin dît" û wiha got: "Em dizanin ku mirovên nikarin bên vir dilê wan, guhên wan li vir e. Wan tim çalakiya li vir berbelav kir. Du saet sekinîn, 8 saet sekinîn, bi rojan hatin lê destûr nedan têkevin hundur. Hin kesên ku ji roja ewil ve hatin lê niakribûn têkevin hundur, piştî roja 5'emîn ketin hundur."

‘DÊ PIŞTEVANÎ XURTIR BIBE'

Kerestecioglu, anî ziman ku îktîdareke bi xwe bawer serî li şidet û çewisandinê nade û wiha axivî: "Ji bo kesên dixwazin bi tena serê xwe bi rê ve bibin zaf talûke ye. Îktîdarek nikare welatekî wisa piralî bi rê ve bibe. Gelek tiştên ku ketine ser hev hene. Têkoşîna jinan, kurdan, karkeran zaf girîng e. Divê em destkeftiyên xwe têxin ser hev. Em ê bi ser kevin. Dê ev piştevanî xurtir bibe."

‘STENBOL BI AWAYEKÎ XURT PIŞTEVANÎ KIR'

Kerestecioglu wiha got: "Stenbolê piştevaniyeke xweş kir. Wisa difikirim ku dê Wan jî heman piştevaniyê bike. Ji niha ve gelê Wanê silav dikim. Piştevaniya hemû kesên piştevaniya me kirin dikim. Her kes herî kêm wek 5 kesî xebitî. Em ê vê yekê xurtir bikin."