Lîstikên nû yên beriya hilbijartinên 2019’an

ENQERE – Konsepetek şer a wek hilbijartina 7’ê Hezîranê ji bo hilbijartinên 2019’an jî dixwazin bixin meriyetê. Planên êrîşên li dijî Efrînê ku berê anîbûn rojevê, her çiqas hilbijartinên 2019’an nêz dibin konseptên şer û tunekirinê ketin dewrê.

Her ku hilbijartinên 2019’an nêz dibin konspetên nû yên şer dikevin dewrê. Çawa ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê di 24’ê tîrmeha 2015’an de konsepta şerê tunekirinê xistin dewrê konspetek wek vî şerî yek din jî dixin dewrê. Dê hemwext polîtîkaya rageşiyê bixin dewrê û di çarçoveya “stratejiya serketina hilbijartinê” de meseleya îdamê, li girtîgehan cilên yek reng û gelek pêkanînên din dixin meriyete. Stratejiya şer herî zêde li ser şerê li dijî Rojava tê meşandin û dixwazin vê bidin rûnaştindin.

AMADEKARIYA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ 4 HERÊMAN

Rojnameya Yenî Şafak a ku wek weşana AKP’ê tê nasîn saet di 04.00’ê şevê de nûçeyek der barê êrîşên li dijî Rojava weşand û îro wek manşeta rojnameyê serwîs kir. Gelek rojname û malperên çapemeniya tirk ên ku tetikkêşiyê dikin jî ew nûçe weşandin. Di nûçeyê de tê gotin ku dê êrîşên li dijî Efrînê bi sînor nemînin û gelek bajarên Rojava hedef tê girtin. Bajarên wek Girê Spî, Minbic, Tel Rifat û Efrîn dê 4 herem hedef bên girtin. Herêmên kirine mijara gotinê hat angaştkirin ku gefa li dijî Tirkiyê zêde dike û nifûsa Tel Rifat, Minbic û Girê Spî hemû ji “ereb û tirkmenan” pêk tê. Hat diyarkirin ku hedefa Tirkiyê yekemîn ev herêm in.

ERDOGAN ÎŞARET DABÛ

Muhtemela êrîşek bi vî rengî dê bi ser Cerablûsê pêk were û hat angaştin ku hêza ji 25 hezar kes pêk tê amade ye. Hat zanîn ku 15-17 hezar ev hêz ji komên herêmî yên bi çek pêk tê û 8 hezar jî ji endamên TSK’ê pêk tê.

Erdogan beriya çend rojan daxuyanî dabû û di axaftina xwe îşaretî êrîşan kiribû. Erdogan di daxuyaniya xwe de behsa planên nû yên êrîşên li dijî Rojava kiribû û gotibû ku ew ê biryarên girîng bistînin.

HEMÛ ROJAVA HEDEF NÎŞAN DAN

Kurtuluş Tayîz ê ku ji rojnameya Taraf a cemata Gulen derbasî medya AKP’ê bû Rojava hedef nîşan da û angaşt kir ku êrîşên nû dê li dijî hemû Rojava dest pê bikin. Nivîskarê rojanmeya Hurriyetê Murat Yetkîn jî bi nirxandinek berfirehî behsa planên êrîşên li dijî Rojava kir. Yetkîn di nivîsa xwe sernavê “Erdogan di qonaxa biryarek nû de ye” êrîşên nû bên kirin têkildarî hilbijartinên 2019’an e.

BERIYA 2019’AN KONSEPTEK NÛ

Yetkîn di nivîsa xwe de aşkere kir ku operasyonên leşkerî amadekariyên hilbijartinên 2019’an e û wiha got: “Erdogan dixwaze beriya hilbijartinên 2019’an konsepta şer bixe meriyete. AKP’ê di Hezîranê de desthilatdariyê winda kir û di 24’ê Tîrmeha 2015’an de jî konsepta şer xist dewrê. Serkeftina hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an jî wek referansa konsepta şerê xistin dewrê tê nîşandan. AKP beriya 7’ê Hezîranê hêj “Pêvajoya çareseriyê” di dewrê de bû bûyera Diyadîna Agiriyê xist dewrê. Lê provokasyon li ser hestiyariya gel vala hat derxistin.”