ENQERE – Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya di 29'ê Tîrmehê de hat berdan, bal kişand ser zextên li girtîgehan û diyar kir ku îhlalên li girtîgehan perçeyekî tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: "Ji bo îhlal bi dawî bibin divê pergala tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Besime Konca, di 13'ê Kanûnê de hat binçavkirin û hat berdan. Li ser îtîraza dozger 4-5 saet şûnde dîsa hat girtin. Konca piştî 5 mehan girti ma, di 3'ê Gulanê de hat berdan. Dîsa li ser îtîraza dozgerê komarê yê Êlihê hat girtin. Konca bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" rastî 2 sal û 6 meh ceza hat. Lê ji ber ku Konca berê di girtîgehê de mabû, ceza xist ber girtina wê û di 29'ê Tîrmehê de hat berdan. Konca, der barê polîka û zextên li ser girtîyan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir. Konca, anî ziman ku OHAL, tenê ne ligirtîgehan û ne piştî 20'ê tîrmehê heye û wiha got: "Şeklê pênaseya rejîma Tirkiye û armanca avakirina komare xwe dispêre pergala OHAL'ê. Bi awayekî konjonkturel sed salin şertên OHAL'e li ser gel hat ferz kirin. Îktidaran her dem bi siyaseta OHAL'ê hebûna xwe parast û dema xwe dirêj kirin. Îktîdaran her dem bi rêbaza OHAL'ê rêveberiyên xwe parasttin."
LI GIRTÎGEHAN ÎHLALA MAFÊ JIYANÊ HEYE
Konca, bal kişand ser rewşa girtîgehan û anî ziman ku li girtîgehan ne tenê îhlala mafên mirovan, îhlala mafê jiyanê jî heye û wiha got: "Hemû girtiyên nexweş yek bi yek di girtîgehan de terkî mirinê hatine kirin. Tevî raporên wan hene jî nayên berdan. Bi sedan gîrtî ji ber ku nehatin dermankirin û nehatin berdan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Li dijî hiqûqê hatin girtin û bi awayekî keyfî rastî mualeleyên keyfî tên. Pergala Cezayê Sûc ne li gorî mafên mirovan a gerdûnî û normên hiqûqa gerdûnî ye. Hiqûqa dijminantiyê heye û têlê hiltînin.
Bi salan e rûmeta mirovan dixin bin piyan. Şertên li girtîgehan ne şertên mirovan in. Lê ev pêkanîn û zextên li ser girtiyan zêde li derve nayên xuyakirin. Zextên li girtîgehan di nava cemaweriyê de nayê ditin û bihistin. Tişta divê herî zêde mirov li hemberî wê bi hestiyar rewşa li girtîgehan e. Ji ber ku şertên van mirovan ên dengê xwe bidin bihîstin û bertekên xwe bînin ziman tune ye."
Konca anî ziman ku hemû pêkanînên li girtîgehan giredayî pergala tecrîda li Îmraliye ya yek kesî ye û wiha got: "Pêkanînên li Îmraliyê bi Brêz Abdullah Ocalan dan destpêkirin dixwazin li hemû girtîgehan têxin meriyetê. Ev pergala ku îro li hemû girtîgehan dikeve meriyetê berdewama pergala tecrîda yek kesî ya li Îmraliyê ye. Dixwazin vê pergala li Îmraliyê li hemû girtigehan têxin meriyetê û mayînde bikin. Ji ber vê yekê divê li dijî vê pergalê li her derê hestiyar tev bigerin û dengê xwe bilind bikin."
HIN GIRTÎ 3 MEHAN DI TECRÎDÊ DE HATIN GIRTIN
Konca anî ziman ku dema hat girtin mehekê di yek hucreyê de hat tecrîdkirin û hin hevalên wan heta 3 mehan jî di bin tecrîdê de hatin girtin. Konca, destnîşan kir ku hem rêziknameyên girtîgehê tije îhlal in, hem jî bi rêziknameyên nû îhlal zêdetir kirine û wiha got: "Ez ji sala 1990’an heta 2010’an di girtîgehê de mam. Di sala 2017’an de hem ji aliyê şert û mercan û hem jî di aliyê kapasîteyêde pir cuda ye. Pêkanîn tu di zagonan de tune. Di encama têkoşîna me de em 2 kes an jî 3 kes bi hevre man. Hefteyê tenê 2 rojan mafê civakî hebûn û em dikaribûn bihatina cem hev. Girtî rehîn tên girtin. Ji bo me têkoşîna azadî, demokrasî, heq, hiqûq û edaletê di her şert û mercan de wekî berpirsiyariyek polîtîk û civaki ye. Ev seknek me ya mirovahî ye. Li Tirkiye bedelê demokrasî û azadiyê çêbûye. Li welatên ku demokrasî û hiqûq pêşketî be hêjmara girtiyan û girtîgehan kêmtir e. Lê li Tirkiye mirov nikare behsa demokrasiyê bike. Nûnerên bi dengê 6 milyon mirovan hatin hilbijartin li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê tên girtin. "
Konca, anî ziman ku hat girtin û dîsa hat bedan û disa hat girtin û wiha got: "Ev nîşana bêçaretiya darazê ye. Dadger û dozger bi perwerdehya hiqûqa gerdûni dibin xwedi rêz û hurmet. lê li cem me dozger û dadger ji ber bê hiqûqiya xwe hezkirin û rûmeta xwe winda dikin. Li dijî HDP’ê operasyona hiş û dijhiqûqê heye. Dixwazin bi van operasyonan HDP'e wekî rêxistinek ne zagonî nişan bidin. HDP ji bo Tirkiyeyek demoratîk bû heviyek mezin. Lê vê heviyê bi polîtîkayên înkar û mêtîngeriyê tar û mar dikin.
Serokê AKP'ê Erdogan dibêje 'Yên bi sindoqê hatin dê bi sindoqe biçin' Raste em bi vîn û dengê 6 milyon hilbijêr hatin meclîsê. Lê girtina me û xistina me ya wekîltiya me ne bi hilbijartin û ne bi sindoqê bû. Yên bi hilbijartin û sindoqê hatin bi hîle û zordariyê û bê hiqûqê hatin girtin û wekîltiya me hat xistin. Êdî meclîs kirin qesra edaletê û daraz xistin kontrola xwe.
Meclîs kirin Qesra AKP'ê û kirin Dadgeha Ewlehiya Îktîdarê. "
Konca, herî dawi destnîşan kir ku rewşa Tirkiye ketye nîşan dide ku hêza maxalif pir giring e û bi awayekî lezgîn û giring pêdiviya Tirkiye bi partiya muxalif a rast heye. Me tu carî edalet ji bo xwe tenê nexestiye. Em her tiştî ji bo Tirkiyeyek demokratîk, ji bo azadiya gelê Tirkiye ji bo wekheviya civakê dixwazin. Me dest ji vê tekoşînê berneda û em dîsa dest jê bernadin."
Hayri Demir – dihaber