NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm, têkildarî geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û herêmê diyar kir ku ew ne ji bo herêmeke serbixwe, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û federal dixebitin.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm, têkildarî geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û herêmê bi Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) re parve kir. Muslîm, bal kişand ser aloziya Sûriyeyê û diyar kir ku ew ne ji bo herêmeke serbixwe, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û federal dixebitin. Mûslim di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku hewldaneke wan a ji bo avakirina Kurdistana Rojava tune ye û ew ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha her tim ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û federal xebatên xwe dimeşînin.
Muslîm, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hêzên DYA’yê yên li Sûriyeyê û wiha got: “Amerîka bi awayekî demkî navendên xwe li Rojava ava kirin. Pispor û şêwirmendên Amerîkayê jî niha ji bo birêvebirina şer li herêmê ne. Amerîka ji bo qonaxa piştî têkçûna DAIŞ’ê tu soz nedane me Tu peymanên siyasî di navbera me û Amerîkayê de nehatine îmzekirin. Têkilî û koordîneya me ya li Sûriyeyê tenê li ser esasên têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye. Di vê çarçoveyê de jî hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê alîkariyê dide şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).”