WAN - Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter a Wanê dest pê kir. Hevseroka Giştiya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag, ji girtigehê peyam şand û nobet silavkir. Yusekdag wiha got: "Ji înada ku jiyana me kirine hepîs jî em dê vîna azad a gel mezin bikin. Em dê bi hevre bi ser bikevin û em dê bi hevre edaletê bînin.
Gelê Wanê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê piştî Amed û Stenbolê dewir girt û dest bi nobetê kirin. Nobeta Wîcdan û Edaletê di bin dorpêça polîsan de li Parka Aştiyê ya Musa Anter dest pê kir. Nobet bi civina koma HDP’ê dest pê kir. Ji ber ku rojnameger bi sinor tev li civînê bûn civînê dereng dest pê kir. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir axaftina vekirinê kir. Piştre peyama Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 e hat xwendin. Peyama Yuksekdag ji aliyê Wekila HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe ve hat xwendin. Peyama Yuksekdag a ji aliyê Bedia Ozgokçe ve li Kursiyê hat xwendin wiha heye:
Yên ji rêya rûmet, wîcdan û edaletê naqetin; Ji we hemûyan re merhaba. Ez we kesên di bin hemû dorpêç û êrîşan de ji doza wîcdan û edaletê gavan paşve navêjim tevan silav dikim. Ez bawer dikim ku piştî Amed û Stenbolê li Wanê jî li dijî girtîgehên servekirî yên nobet dorpêç kirine, gel dê ji înada wan re nobet û tekoşîna vîna azad bêtir mezin bike û xurt bike. Tu girtîgeh ne bakî ne. Her girtîgehek dawiya we heye. Tu îktîdara ku ji bo xwe heta dawî serbestiyê dixwaze û ji bo gel bindestî û koletiyê dixwaze nagêje meram û meqseda xwe.
Yên îro di bin şertên giran de bi sekna xwe ya rûmet hewl didin vê dorpêçê bişkînin, dê bi ser bikevin. Yên dixwazin vê têkoşîna bi rûmet bişkînin jî dê bi ser nekevin. Herî zêde li Wanê bê edaletî pêş ketiye. Divê cihê herî zêde edalet lê hatiye binpêkirin têkoşîna edaletê jî di lûtkeya herî bilind de be. Neheqî û zilma li gelê Wanê û li HDP’ê hatiye kirin, li hemû gelê Wanê hatiye kirin.
Divê em bi bawerî û hevî destê xwe bidin hev û bi hevre vê zilmê bişkînin û vîna azad mezin bikin. Em dikarin bi hevre bi ser bikevin. Em dikarin bi hevre edaletê bi dest bixin. Bi vê bîr û baweriyê ez hemû gelê me yên Wan û navçeyên wê bi rêzdarî silav dikim."
Figen Yuksekdag
Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira."