WAN - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, di civîna Koma HDP'ê ya Nobeta Wîcdan û Edaletê de axivî û diyar kir ku Wîcdanê Mirovan li dijî vê zilmê nikare bêdeng bimîne û wiha got: "Yên berî we gund şewitandin, we jî bajar xerakirin. HDP dê her dem bibe bêhna hemû reng û ruyên civakê.
Nobeta Wîcdan û Edalatê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter bi civîna koma HDP'ê dest pê kir. Di civînê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, axaftin kir. Baydemîr, diyar kir ku li hr derê rasti barîkat û astengiyan tên û wiha got: "Lê me bi silogana 'Em ranawestin. Em dê bidin rawestandin. Em dê faşîzmê rawestînin' ketin rê. Heta em wîcdan, edalet û azadiyê ava bikin emê têbikoşin. Ger ku wîcdan rawestin edalet pêk nayê. Wîcanê mirovan nikare li hemberi zilmê û zordariyê bêdeng bimîne. Dîsa li ber çavên me mirovên xwestin bên Parka Aştiyê ya Musa Anter û piştgiriyê bidin nobetê xwestin binçav bikin û asteng bikin. Dixwazin di şexsê me de Tirkiye îsole bikin.
Baydemir, anî ziman ku Ayhan Bilgen parazvanê mafên mirovan e û her dem li cem mirovan û mirovahiyê cihê xwe digirt û wiha got: "Li meclîsê komîsyona îktisasê heye. Du endamê wê ji HDP’î ne. Yek jê Ayhan Bilgen û Burcu Ozçelîk e. Vîna gel tê girtin. Serokê meclîsê îtîbarameclîsê aniye penç qurişan. Dema Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin rûmeta meclîsê bi erdê re hat kaşkirin
Baydemîr da zanîn ku hikumeta tirk ji berk u ji siyaseta demokratîk a HDP’ê ditirse êrîş dike û li gel ku heta niha hevserokên wan û gelek hevalên wan jî hatine girtin lê ew ji Stenbolê heta Wanê bûne berdevkê wijdan û edaleta civakî. Baydemîr wiha axivî: “Em tu carî bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin. Ev gel tu carî serî netewand û dê ji niha pê ve jî netewîne.”
QEYÛMÊN AKP'Ê ZILMÊ LI GEL DIKIN
Baydemîr bal kişand ser girtina hevşaredarên şaredariyên bajar û navçeyên wanê jî û destnîşan kir ku hikumeta tirk bi hîleyan hevşaredar girtine, bi rêya qeyûman dest danîne ser şaredariyan û wiha got: “Qeyîmên AKP’ê çi dikin radibin sazî û dezgehên di xizmeta gel de û bi zimanê gel xebatan dikin yek bi yek digirin. Tabelayên bi kurdî dadixin û malên perwerdeyê digirin.”
Baydemîr Meşa Edaletê jî bi bîr xist û wiha got: “HDP 3’yemîn partiya mezin a meclisê ye. Di dema Meşa Edaletê de hêzên we bi rola mîhmaniyê tevgeriyan lê hûn ji me ango ji HDP’ê ditirsin. Sedema xwe çi ye?
Baydemîr destnîşan kir ku faşîzm bi her kesî dide windakirin û wiha axivî: “Yên beriya we gund dişewitandin hûn jî bajaran dişewitînin. Yên beriya we jî çapemenî bêdeng dikirin. Lê HDP dê her tim bibe deng û rengê hemû pêkhateyan. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bernedin.
Baydemîr bal kişand ser axaftinên serokomarê tirk Erdogan ku dibêje pirsgirêka dewletê ya hebûnê heye û wiha axivî: “Pirsgirêka hebûn û bekayê tune ye lê pirsgirêka nebûna edaletê heye. Erdogan rabûye ji Demirtaş re dibêje ‘terorîst’, carekê tu kurdan wekî bira nabînî. Birayên te yên kurd yên wekî Bekir Bozdag in, hûn li hev pîroz bin. Destaneke Ehmedê Xanî heye, di wê destanê de Mîr hene, Mem û Zîn heye û Beko heye. Em ê tim xwedî li Mem û Zînan derkevin. Hûn û Bekoyan li hev pîroz û bimbarik bin.” Piştî civînê wekîlên HDP’ê ji bol i hev bişêwirin det bi civînê kir. Welatiyên ku nekarîn bikevin parkê jî dan zaîn ku dê heta nobet bi dawî bibe dê li dora parkê di nobetê de bin.