SILÊMANÎ - Serokê Dezgaya Standard Mesûd Ebdulxaliq, li ser hewldanên KNK'ê yên ji bo yekîtiya kurdan axivî û destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî giring e. Ebdulxaliq wiha got: "Pêwîstiya tevgera Kurd bi yekîtiyek neteweyî ya çar perçeyên Kurdistanê heye. Ji bo çareserkirina mijarên giştî yên dewletî û navxweyî divê kurd bibin yek."
Serokê Dezgaya Standard Mesûd Ebdulxaliq, hewldanên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo pêkanîna kongreya neteweyî û girîngiya yekîtiya neteweya kurd ji ajansa ROJNEWS'ê re nirxand. Serokê Dezgaya Standard Mesûd Ebdulxaliq li ser mijara giringiya kongreya neteweya re axivî û wiah got: "Tevgera Kurd niha ne weke berê li çayan ne, di asta navdewletî de gelek pêş ketiye. Ji ber wê pêwîstî bi yekîtiya netewî ya seranserê Kurdistanê heye ji bo mijarên giştî yên dewletî û navxweyî."
'JI BO REFERANDUMÊ PÊWISTÎ BI YEKÎTIYÊ HEYE'
Mesûd Ebdulxaliq, li ser mijara referandûmê jî wiha axivî: "Ji bo mijara referandûmê jî ku derdikeve pêş, pêwîstî bi kongreyekî têgihiştinê heye. Ne tenê li ser asta Başûr, li her çar parçeyên kurdistanê. Wêca ev pêngave giringe. Ew nayê wateya destwerdanê, tê wateya alîkariyê."
Ebdulxaliq, di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Yekîtiya netewî her dem pêwîste. Ne ji bo referandûmê ji bo hemû mijaran."