Ji Demîrtaş ji bo Beşîktaşê peyam: Dest ji parastina aştiyê bernedin

STENBOL - Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî derbarê teqîna li Beşîktaşê de peyamek şand û banga dest ji parastina aştiyê bernedin kir.

Hevserokê Girştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê girtî derbarê teqîna li Beşîktaşê de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê peyamek şand.

Peyama Demîrtaş a banga dest ji aştiyê bernedin dike wihaye:

"Ez qetlîama di şeva Şemiyê de li Stenbolê pêk hat lanet dikim. Hemû kesên jiyana xwe ji dest dan Xwedê rehma xwe lê bike û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji waltiyên birîndar bûne re şîfayê dixwazim. Ez bang li hemû civak û gelê me dikim li dijî şîdetê li dora aştî, biratî, demokrasî û azadiyê li hev kom bibin. Şert û mercên me çiqas zor bin bila bibin, divê em ji dest ji parastina aştiyê bernedin û hêviyên xwe winda nekin. Divê em bi hevre vî welatî ber bi rojên xweş ve bibin û serbikevin."